Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rewşa nû û desthildariya AKP’ê

Hesen Karasungur

NAVENDA NÛÇEYAN Nivîskar û Siyasetmedarê Kurd Hesen Karasûngûr da zanîn ku hikûmeta AKP’ê di 14 salên dîroka xwe ya desthiladariyê de cara yekem e di asteke girîng de ketye alozî û nakokiyên ewqas kûr de. Hesen Karasûngûr her wiha da zanîn ku desthiladariyê AKP’ê niha ber bi dawiyê ve diçe. Sedema rewşa ku AKP îro têde ye, neçar maye ku nikare pirsgirêkan çareser bike.

Nivîskar û Siyasetmedarê Kurd Hesen Karasûngûr li ser desthiladarî û rewşa AKP’ê nivîsek ji ajansa me (ANHA) re nivîsand.

Nivîsa wihaye:

AKP di dîroka xwe ya desthilatdariya 14 salan de cara yekem di asteke girîng de ketiye nava alozî û nakokiyên pir kûr. Ji destpêka avakirina komara Tirkiyê û vir de piştî dema Ataturk yê ku bênavber û demdirêj bûye desthilatdar AKP ye.

AKP di hundirê van 14 salan de hemû rezervên xwe yên şovenîst, oldar û neteweperest bi demagojî û bi derewan pêk anîn, lê niha ber bi dawiyê ve diçe. Sedema rewşa ku AKP îro têde ye, neçar maye ku nikare pirsgirêkan çareser bike û aloziya kûr dijî bêguman ne çareserkirina meseleya kurd û demokratîknebûna Tirkiyê ye. Eger meseleya kurd bi komkuji, sirgûn, asîmîlasyon, entegrasyon, îdamê çareser bibûya ew ê zûde pirsgirêkek wisa nebûya. Lê dîsa jî desthilatdariya AKP’ê ev hemû pêkanînên hovanê û derveyî mirovahiyê bi awayekî bêsînor, bê exlaq û bi her şêwazî li ser gelê kurd meşand, lê ne mimkûn bû karibe encamekê bigire. Ne tenê AKP û Erdogan dîrokê ters dixwîne. Esas zihniyeta faşîst ya AKP’ê û Erdogan rê nade ku deriyê siyaseta demokratîk vebe û meseleya kurd çareser bibe. Eger di roja îro de dewleta Tirkiyê qeyrana aborî û krîzên siyasî dijî û têkiliyên dewleta Tirkiyê bi tevahî cîhanê re her ku diçe xera dibe sedema esasî çaresernekirina pirsgirêka kurd û demokratîknebûna Tirkiyê ye. AKP u Erdogan her ku diçe hemû nakokî, alozî, krîz û qeyrana hundîr îxracî derdorên xwe û derveyî Tirkiyê dike. Çawa ku ew zihniyeta dîktatoryal û faşîst di hundir de bêencam dimîne û ji ber vê pirsgirêk û alozî her ku diçe kûr dibe, di têkiliyên xwe yên navneteweyî de jî bi heman encaman re rû bi rû dimîne.

Çend rojên din li Tirkiyê ew ê referandûm pêk bê. Ev referandûm ne tenê ji bo dîktatoriya Erdogan û desthilatdariya AKP’ê, ew ê ji bo gelê kurd û civaka Tirkiyê jî muhîm be. AKP û Erdogan baş dizane ku eger di vê referandûmê de encamê negire ew ê di desthilatdariya xwe ya 14 salan de di siyaseta wan de birînek kûr û xedar vebe û di îradeya Erdogan û AKP’ê de şikandinek dijwar çêbibe. Erdogan û AKP bi vê zanebûnê hemû derfetên dewleta Tirkiyê û hêza xwe bi kar tîne ku desthilatdariya xwe biparêze û hîn jî xwerû dîktatoriyek faşîst pêş bixîne. Erdogan, benê îdamê dixe destê xwe û mîtingan çêdike. Bi temamî siyasetek faşîst û kevneperest dimeşîne. Di hundirê AKP’ê de pir pirsgirêk hene, lê dîktatoriya Erdogan û desthilatdariya AKP’ê ser van pirsgirêkan dinixumînin û vedişêrin. Bêdengiyekê dide jiyandin. Lê hevalên ku pê re derketien rê weke Abdullah Gul, Davutoglû û gelek kesên din jî ji dîktatoriya Erdogan û desthilatdariya AKP’ê binve binve nerazî ne. Kurdên ku berê piştgiriya AKP’ê dikirin jî desteka xwe jê dikişînin. Gelê kurd, civaka Elewî, hemû rêxistin û kesên ku li dijî dîktatoriya Erdogan û desthilatdariya AKP’ê di vê referandûmê de ew ê li dijî Erdogan û AKP’ê dengê xwe bilind bikin.

Wexta rejîma Erdogan û AKP’ê di hundir de ne rehet be, ev yek bandora xwe li ser siyaseta AKP’ê û Erdogan ya li derve jî dike. Îro ne tenê civaka kurd û gelê Tirkiyê, derveyî çend dewletên weke Siûdî Erebistan û Qatarê di temamî cîhanê de kesekî ji desthilatdariya Erdogan û AKP’ê razî be hema hema tune. AKP û Erdogan di siyaseta xwe ya navneteweyî de hema bêje fetisiye, tecrîd û teşhîr bûye, tu îmaj û îtibara wan nemaye. Hemû pêşketin didin nîşandan ku bi giştî Tirkiyê ber bi guhertineke bingehîn ve diçe. Wateya vê jî desthilatdariya AKP’ê û Erdogan ya 14 salan ber bi têkçûn û jihevketinê ve diçe.

Erdogan û AKP pir xwest bi rêka KDP’ê -ji xwe re partner dibîne- li hemberî PKK’ê konseptek tasfiye û tunekirinê pêş bixîne û pêk bîne. Esas ev konsepta ku dixwazin pêk bînin jî ne tiştekî nû ye. Ji sala 1990’î  vir de dewleta Tirkiyê û hêzên KDP’ê pir caran li hemberî PKK’ê şer kirin. Lê di van şeran de tu caran nikarîbûn encamê bigirin. KDP jî di nezera gelê kurd de hertim weke ku xeta xizmeta dewleta dagirkeriyê bike hat dîtin û naskirin. Beranberî vê îmaj û îtibara PKK’ê li ser çar parçeyên Kurdistanê hîn bilind û xurtir bû. Çiqas nîşaneyên vê siyaseta bêxêr hebe jî KDP ew ê dîsa vê rolê bilîze yan na, ne diyar e. Helwesta AKP û Erdogan li ser meseleya Kerkûkê û ji bo referandûma serxwebûnê baş hat dîtin. Çawa ku axayek bi kehyayê xwe re dixeyide, AKP jî bi eynî şêwazî KDP tehdît kir. Dibe ku KDP naxwaze fêm bike, lê gelê kurd baş dizane ku wexta mesele berjewendiyên gelê kurd be dewleta Tirkiye û zihniyeta şovenîst û faşîst her tiştî dide ber lingan. Lê dîsa jî yê ku di vê pevajoyê de ji aliyê siyasî, exlaqî û neteweyî ve winda kir KDP û Erdogan bûn, yê ku îmaj û îtibara xwe hîn jî bilind kir Tevgera Azadiyê û PKK ye.

Şoreşa Rojava ji bo her kesî pêvajoyek nû da destpêkirin. Zihniyeta dagirker û faşîst rê nedida ku Erdogan û AKP berxwedana Kobanê û şoşrea Rojava hezm bike. Esas yê ku berê DAÎŞ’ê da Kobanê Erdogan û AKP ye. Wexta DAÎŞ bi hemû hovîtiya xwe û dîsa li hemberî berxwedana Kobanê û tevahî şoreşa Rojava têk çû, vê carê desthilatdariya AKP’ê û Erdogan bi xwe daketin meydanê. Niha hemû armanc, xewn û xeyalên Erdogan û AKP ew ê ku çawa bikin şoreşa Rojava bêencam bimîne. Gelê kurd nebe xwedî statuyek azad. Bi dehan ew çeteyên paravan û faîst yên bi rengê DAÎŞ û El Nûsra birêxistinkirin û destek dan wan, sedem jî şoreşa Rojava bû. Tenê ji bo vê yekê li ser hev tawîz da Rûsyayê û îxanet li çeteyên rêxistinkiribûn kir û hêzên xwe ji Helebê vekişand. Li hemberî vê yekê Rûsyayê jî rê da ku dewleta Tirkiyê heta Babê xwe bi cih bike. Lê têkiliyên dewleta Tirkiyê û Rûsyayê asta demkî û konjekturel ew ê derbas neke. Careke din kengî û çawa ev têkilî ew ê darbeyê bixwe û dîsa xera bibin ne diyar e. Rexmî hemû siyaseta bê rêgez û durûtî ku bi temamî li ser tunekirina gelê Rojava hatiye meşandin heta roja îro nekarî encamê bigire. Rexmî hemû bertekên dewleta Tirkiyê û dîsa bazarkirina xwe ji dewletan re, nikarîbû têkiliyên koalîsyona navneteweyî û Rojava xera bike. Dewleta Tirkiyê ji vê pirr aciz e. Lê neçar e, nikare bertekek encamgirtî pêş bixîne. Hertim dubare dubare aniye ziman ku ew ê Minbîcê dagir bikin. Heta roja îro ev plan jî pêk nehat, lê hewes û hewldana Tirkiyê tê zanîn. Çima ku hebûn û nebûna xwe li ser azadiya gelê kurd dibîne, hesab û hewldanên wan li ser şoreşa Rojava ew ê hertim hebe. Jixwe di roja îro de êrîşên dewleta Tirkiyê yên li ser Rojava, şerekî ku nav lê nehatiye kirin. Roj tune ku dewleta Tirkiyê êrîşî Rojava neke, dîsa roj tune ku YPG bersiv nede van êrîşan. Şerek di navbera şoreşa Rojava û dewleta Tirkiyê de heye, tenê nav lê nehatiye kirin. Yê ku ev şer dimeşîne û daye destpêkirin dewleta Tirkiyê ye.

Esas siyaseta dewleta Tirkiyê, desthilatdariya AKP’ê û Erdogan piştî referandûma 16’ê Nîsanê ew ê hîn baştir û vekirî bê dîtin. Weke me anî ziman piştî referandûna 16’ê Nîsanê dibe ku pir tiştên nû bên dîtin. Dibe ku dewleta Tirkiyê hinek êrîşên nû li ser Rojava yan jî li ser PKK’ê li herêma Başûr pêk bîne. Dibe ku li Tirkiyê hinek hewldan û tiştên nû bên jiyîn. Rewşa Tirkiyê ji vê yekê re vekiriye. Taybet ev pevajoya em têde ne ji bo vê pir girîng e.

Di 7’ê Nîsanê de Amerîkayê bi fuzeyên Tomahawk li balafirgeha Şayrat a rejîmê da. Ji destpêkê şerê navxweyî yê li Sûriyê yanî 6 sal şûnde Amerîkayê cara yekem di vê astê de rastûrast mudaxeleyî Sûriyê kir. Bêguman ev tiştekî nû ye. Amerîka bi vê êrîşê beriya her tiştî xwest ku li hemberî Rûsyayê gavekê bavêje û hinekî din xwedî însiyastîf be. Li ser vê esasî ev êrîş gihîşt armanca xwe jî. Lê muhîm ji vir û şûnde ew ê çi bibe. Wisa xuya dike ku Rûsya û Amerîka têkiliyên wan ew ê li ser ragêşiya ku bê berdewamkirin be. Yanî rejîma Sûriyê û Rûsya li hemberî Amerîkayê weke berê ew ê ne rehet be. Lê ev nayê wê wateyê ku Amerîka jî pêvajoyek eskerî rastûrast ew ê bide destpêkirin. Rûsya li ser Sûriyê pir razemenî kir. Ji ber vê ew ê bi hêsanî gav paşde naveje. Dîsa rewşa Îranê û Hizbullah heye.

Di vê pêvajoyê de yê ku li ser erda Sûriyê hem ji aliye civakî û rêxistinî hem jî ji aliyê eskeri û siyasî xwedî bandor şoreşa Rojava û bakurê Sûriyê ye. Şoreşa Rojava û bakurê Sûriyê li ser pêşeroj û qedera Sûriyê ew girîngiya xwe hîn jî diparêze û ev yek ew ê berdewam bike. Yê ku ji êrîşa Amerîkayê pir kêfxweş bû, weke derfet û tiştekî nû dîtiye Erdogan û AKP bû. Çawa ku di destpêka şoreşa Sûriyê de Erdogan digot ku ew ê li mizgefta Selahedîn Eyûbî nimêj bikin,  careke din bi wî hewayî xwest an jî texmîn kir ku Amerîka ket nava şerê Sûriyê û ew ê Sûriyê têk biçe. Lê wisa xuya dike ku careke din das li çîma xwe xist. Hesabên dewleta Tirkiyê careke din negirt û ew ê vala derkeve. Rexmî vê diyar e ku li ser şoreşa Bakurê Sûriyê, Rojava, taybet li herîma Efrîn, Şehba û Girê Spî di tehdît, êrîş û provakasyonên xwe de ew ê israr bikin. Piştî rizgarkirina Reqa û Tebqa hinek kevirên Sûriyê ew ê hîn baştir li cihê xwe rûnên. Di pêşeroja Sûriyê de dewleta Erdogan û AKP ew ê pir ne xwedî rol be.