Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rewşa penaberên li Eyn Îsayê çiqas zehmet e?

Dîmen

SEMÎRA DAWÛD

GIRÊ SPÎ – Rêveberiya Kampa Eyn Îsa ji bo parastina penaberan bang li rêxistinan kir ku derdora Kampa Eyn Îsa bi dîwarekî lê bikin.GRI SPI-REWŞIA KOVBERA (5)

Li Kampa Eyn Îsa berê 28 hezar û 900 koçberên herêmên Sûriyeyê (Dêrazor, El-Bûkemal, Humis, Hema û Reqa) dimînin. Li kampê koçberên ji Iraqê jî hene.

Piştî ku şervanên QSD’ê Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir niha hejmara koçberan li kampa Eyn Îsa dimînin, 20 hezar derbas kiriye.

Kamp pêdiviya koçberan pêk tîne

Kamp ji aliyê rêveberiya wê Celal Eeyaf û Şêrîn Mûsa ve tê birêxistinkirin û meclîsa Reqayê ya sivîl bi wan re dibe alîkar.

Rêveberî bi alîkariya Meclîsa Sivîl a Reqayê av û ceyranê didin koçberên kampê. Av li ser du beşan hatiye birêxistinkirin. Li parçeyekî kampê sarincên avê yên mezin hatine danîn. Her sarincek 25 bermîl e. Li parçeyê dîtir ê kampê rojane av bi qazanan tê belavkirin.CILAL

Ji bo zarokan jî Meclîsa Sivîl a Reqayê bi alîkariya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) 31’ê mijdara 2016’an li Kampa Eyn Îsa dibistan vekir. Çar konên mezin ji bo dibistanê hatine dayîn û niha zêdetirî 500 zarokan lê têne perwerdekirin.

Rewşa hewayê: Serma zêde ye

Konên ku koçber tê de dimînin avê derbasî wan dibe û li ber bahoza çolê difrin. Koçber ji bo konên xwe ji bahoza çolê û barana dijwar biparêzin li derdora wê dîwaran lê dikin û kenalan dikolin. Dîsa jî koçber nikarin zarokên xwe biparêzin û gelek zarok nexweş ketine. Navendên tendurûstiyê jî li kampê nîn in û zarok êşa nexweşiyê dikşînin.

Banga lêkirina dîwarekîGRI SPI-REWŞIA KOVBERA (4)

Rêveberê Kampê Celal Eeyaf anî ziman ku heyanî niha ji bo demsala zivistanê tu rêxistinan ji koçberan re alîkarî rê nekiriye û bang li rêxistinan kir ku li derdora Kampa Eyn Îsayê dîwarekî lê bikin da ku koçber ji ba û bahozê werin parastin.

Koçberan jî girêdayî vê mijarê got “Her şeveke me mîna salekê derbas dibe û em gelekî zehmetiyan dikşînin.”

(np)

ANHA