Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rewşenbîr: Hilbijartin berhema Şoreşa Bakurê Sûriyê ye

DÊRIK – Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê komcivînek ji bo nirxandin û nîqaşkirina xebatên hilbijartinan lidar xist.

KOmcivîna ku li navenda Yekîtiya Rewşenbîran a Dêrikê hate lidarxisitn bi dehan  rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.DIREK-CIVINA-REWSEMBIRA-1-300x200

Di komcivînê de parastina destkeftiyên şoreşa Rojava ku bi saya berxwedan û hevgirtina gelan hatiye bidestxistin hate hate nirxandin. Di komcivînê de her wiha hate gotin ku hilbijartin berhema Şoreşa Rojavaye û divê hemû kesên welatparêz biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin. Beşdaran mijar bi awayekî berfireh nîqaş kirin.

Di nava nîqaşan de her wiha bal hate kişandin se rêferendûma Başûrê Kurdistanê ku PDKʹê dixwaze di 25ʹê vê mehê de pêk bîne nirxandin û gotin ku divê piştgiriya xebatên di çarçoveya berjewendiya çarenûsa gelê kurd de bêne kirin were kirin.

Di komcivînê de bang li hemû welatiyan hate kirin ku dengê xwe di roja hilbijartinan de bikar bînin.

(bx)

ANHA