Têkilî | Derheqê me de

Rewşenbîran li dijî dagirkeriya Tirk serî hilda

Video

QAMIŞLO – Rewşenbîrên herêma Cizîrê bi xwepêşandanekê nerazîbûna xwe li hemberî dagirkeriya Tirk diyar kirin. Rewşenbîran piştre ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Efrînê serî li Navenda Fermandariya Giştî ya YPG’ê dan.QAMISLO-DAXUYANIYA-REWSENBIRAN (4)

Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê û Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê îro li bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê li dijî êrîşên Artêşa Tirk ên li ser Efrînê xwepêşandanek organîze kirin.

Xwepêşandan ji Çerxeriya Şehîd Rûbar Qamişlo dest pê kir. Di xwepêşandanê de durişmeyên “Bijî berxwedana Efrînê”, “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî berxwedana YPJ”, “Efrîna Kurdistanî Efrîna berxwedanê”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne Efrîn” hatin avêtin.

Xwepêşandan li ber Çerxeriya Osman Sebrî bi dawî bû û li wir ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîran ve daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de gef û êrîşên li ser Efrînê hatin redkirin û bang li civaka navnetewî û saziyên mafên mirovan hate kirin ku rola xwe li hemberî vê dijminahiya dewleta Tirk bilîzin û jê re sînorekî deynin.QAMISLO-DAXUYANIYA-REWSENBIRAN (3)

Di daxuyaniyê de ji saziyên navnetewî re hate gotin ku ev polîtîkayên dewleta Tirk ne tenê li dijî Kurdan û Rêveberiya Xweser e, lê belê li dijî tevahiya xelkê sivîl ê herêmê ye.

Yekîtiya Rewşenbîran bang li hemû beş û pêkhateyên civakê kir li hemberî polîtîkayên dagirkerî û dijminahiyê yên dewleta Tirk xwepêşandan û çalakiyan organîze bikin.

Piştî ku daxuyanî bi dawî bû rewşenbîran berê xwe dan Navenda Fermandariya Giştî ya YPG’ê û ji aliyê Berdevkê Fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd ve hatin pêşwazîkirin.

Di vê serdanê de Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran Ebûd Meqso ev tişt got “Wekî rewşenbîr û nivîskarên herêmê em bi pênûsên xwe hestên xwe tînin ziman. Ji bo Efrînê çi ji me were xwestin jî em amade ne.”

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî wiha axivî “Em bi serdana we kêf xweş in. Çavê we li welatê we ye. Ji xwe divê her kes tişta ku jê tê xwestin li hemberî dagirkeriyê bike. Dewleta Tirk dixwaze pêvajoya ku em tê re derbas dibin têk bibe û gelê Tirkiyeyê bixe nava şerekî. Ew dixwaze careke din serdema Osmaniyan vegerîne.”

(he)

ANHA