Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rewşenbîrên jin li dijî hovîtiya AKP′ê dest bi gireva birçîbûnê kirin

Dîmen

KOBANÊ – Endamên jin ên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê ji bo şermezarkirina kiryara destdirêjiya çeteyên dewleta Tirk a li ser cenazeyê şervaneke YPJ′ê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin.KOBANE-YEKITIYA-REWSEN-BIRAN-GIRAVBIRCIBUNE-CEKIRN-3-300x199

Konê çalakiyê li qada Jina Azad a bajarê Kobanê hat vedan. Çalakî bi axaftina Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê Şêrîn Şêxo dest pê kir.

Şêrîn di axaftina xwe de bang li tevahî gelên herêmê ku beşdarî çalakiya gireva birçîbûnê bibin û nerazîbûnên li dijî destdirêjiya li ser cenazeyê şervana YPJ′ê û hovîtiya Arêtşa Tirk a dagirker nîşan bidin.KOBANE-YEKITIYA-REWSEN-BIRAN-GIRAVBIRCIBUNE-CEKIRN-1-300x199

Dê çalakiya gireva birçîbûnê heta saet 16.00′an dom bike. Tê payîn ku dê saziyên ku beşdarî çalakiyê bûne, daxuyaniyekê bide.

(mm)

ANHA