Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rewşenbîrên navçeya Bilbilê li hev civiyan

EFRÎN – Yekîtiya Rewşenbîran a navçeya Bilbilê bi rewşenbîrên  navçeyê re civiya.EFRIN-BILBILE-CIVEN-JI-REWSANBIRARA1 (2)

Bi armanca aktîfkirina rola rewşenbîran di xizmeta civakê û şoreşê de, Yekîtiya Rewşenbîran a navçeya Bilbilê ya girêdayî herêma Raco ya Kantona Efrînê bi rewşenbîrên navçeyê re civiya.

Civîn li salona Eştar bi beşdariya bi dehan rewşenbîrên navçeyê, nûnerên TEV-DEM’ê, Kongreya Star, Endamên saziyên sivîl û Hêzên Asayîşê, hat lidarxistin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka Meclîsa TEV-DEM’ê li navçeyê Sureya Mustefa û Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran li herêma Efrînê Arîn Hiso axivîn. EFRIN-BILBILE-CIVEN-JI-REWSANBIRARA1 (4)

Di axaftinan de bal hat kişandin ser rewşa ku herêm tê re derbas dibe û komployên ku li dijî gelên herêmê têne plankirin.

Her wiha hat diyarkirin ku hin alî dixwazin tevlîheviyê bixin navbera gelên Bakurê Sûriyê de û hat destnîşankirin ku ev yek bi riya binpêkirina rola rewşenbîran di civakê de pêk tê.

Piştre 12 helbest ji aliyê Endamên Yekîtiya Rewşenbîran ên navçeyê ve hatin xwendin.

Beşdaran jî diyar kirin ku dive hemû rewşenbîr ji bo avakirina civakeke exlaqî, yekîtiya xwe ava bikin.

(mm)

ANHA