Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rêxistina Alîkariyê  ya Minbicê alîkarî li koçberan belav kir

MINBIC – Rêxistina Alîkariyan a Minbicê û bi alîkariya Meclîsa Rêveber-Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê pakatên xwarinê li koçberên ku vê dawiyê hatine Minbicê, belav kir.MINBIC-REXISTINA-ROJAVA-AREKAE-LI-WELATIYAN-BELAV KIER2

Hevseroka Meclîsa Rêveber- Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê Zeyneb Menber, Cîgira Meclîsê Cemîle Ehmed, Endama Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Ebîr Receb, Endamên Rêxistina Alîkariya ya Minbicê serdana koçberên ji xetên şer û pevçûnên di navbera hêzên rejîm û çeteyên DAIŞ`ê reviyane û bajarê Minbicê kirine meqseda xwe, kirin.

Di vê serdanê de, Rêxistina Alîkariyan û Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê 67 paketên xwarinê li koçberên ku ji 6 gundan koçber bûn, belav kirin.

Di çarçoveya serdanê de, Endam û hevsewroka Meclîsa Rêveber li koçberan guhdar kir û rewşa wan û pêdiviyên wan bi çi heye pirsyar kirin. Di vê derbarê de, koçberekî ev tişt anîn ziman.ʺMe cureyên herî qirêj ên îşkencedanê ji destê çeteyan dît, her tiştê dixwestin dikirin, li ser tiştên vala zilam celde dikirin, tu rehme di dilê wan de nîne û ji îslamê dûrin. Navên herêman jî diguherin, navê Meskenê kirin Muslime û Dêr Hafirê jî kirin Diyar Fetih.ʺ

Jineke koçbert jî ku nexwest navê xwe eşkere bike wiha got: ʺEm ji gundê xwe koçber bûn û me nikarîbû tiştekî li gel xwe bihînin, em niha 12 kesin di konekî û bê hebûna pêdiviyên jiyanî, dimînin.ʺMUNZIR BEDIR

Endamê Rêxistina Alîkariya a Minbicê Munzir Bedir jî diyar kir ku ewê pêşkêşkirina alîkariya ji koçberên hatine Minbicê re bidomînin û bang li rêxistinên mirovahiyê kir ku ji bo avakirina kampekê di zûtirîn dem de destekê bidin wan.

(rr/dc)

ANHA