Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rêxistina Asûrî û TEV-DEM dê bi awayekî asayî bicivin

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî yê TEV-DEMʹê li kantona Cizîrê Ebduselam Ehemed diyar kir ku ew ê bi awayekî asayî bi rêxistina Asûrî ya Demokrastîk re bicivin.

Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEMʹê û Rêxistina Asûrî ya Demokratîk duh civiyan. Hevserokê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî yê TEV-DEMʹê li kantona Cizîrê Ebduselam Ehemed têkildarî hevdîtinên ji ANHAʹyê re axivî û got ku di hevdîtinên de nerînên hevbeş hebûn û ev tişt anî ziman: ʺEv ne yekem caree ku TEV-DEMʹê bi rêxistina Asûrî re hevdîtinê pêk tîne. Me di gelek qadên berxwedanê li gel hev xebat meşandiye. Di destpêka aloziya Sûriyê de Meclîsa gel a Rojava û Rêxistina Asûrî ya Demokratîk daxuyaniyek hevbeş dan.ʺ

Ehmed di berdewama axaftina xwe de got ku hevdîtina bi rêxistina Asrî re girînge û wiha dom kir: ʺGirîngiya hevdîtina me bi wan re di beşdarbûna gelê Suryanî û asûriyan pêk tê. Ya duyemîn jî ku rêxistina Asûrî ya Demokratîk beşek ji Koalîsyona Opozisyona Sûriyê ye (Itîlaf)ʺ

Ehmed da zanîn ku wan di hevdîtinê de rewşa Sûriyê û aloziya hatiye jiyankirin nîqaş kirine û wiha dom kir: ʺDi hevdîtinê de girîngiya parstina destkeftiyan û danûstendina di hemû mijaran de hate nîqaşkirin. Her wiha rêzdarkirina yasayên ku ji Rêveberiya Xweseriya Demkratîk derketina hate nîqaşkirin. Di hevdîtinê de hate gotin ku yasayên rêveberiya xweser di xizmeta civakê û aştiya navxweyî de pêk tên. Dê ewlekariya jiyana bi rumet ji hemû gelê herêmê re pêk bînin.ʺ

Hevserokê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî yê TEV-DEMʹê li kantona Cizîrê Ebduselam Ehemed di dawiya axafitna xwe de got ku wan û rêxistina Asûrî li hev kirine ku bi awayekî asayî hevdîtinan pêk bînin û destkeftiyan bi hev re nîqaş bikin.

(dc)

ANHA