Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rêxistina Mafê Mirovan îda deriwandin

EFRÎN – Rêxistina Mafê Mirovan a Kantona Efrînê îdayên Navenda Demokratîk a Mafê Morivan ya Kurdistanê ku derbarê binpêkirinê mafê mirovan li herêmên Rêveberiya Xweser a Demorkatk hatiye belavkirin, deriwand.

Rêxistina Mafê Mirovan a Kantoan Efrînê têkildarî îdayên Navenda Demorkaîtk a Mafê Mirovan a Sûriyê li Kurdisstanê (DCHRK) ku navendaa wê li Elmaniya ye daxuyaniyek weşand û îdayên wan ên derbarê binpêkirinên derbarê girtiyan û leşkerkirina bi darê zorê yên li sê kantona deriwand.

Daxuyanî wihaye: ʺLi gorî pîvanên navdewetlî û mirovaî yên di hevpeymana NYʹyî û ragaîhand mafê morivan a cîhanê hatiye, herw pelge û yasayên mirovî, rêxistina me têdikoşe û dixwaze van pîvanan di civaka me ya niştimanî de pêk bîne. Her wiha hemû binpêkirinên mafê mirovan ku têne kirin belge dike. Piştî ku me rapora navenda Demorkatîk a maflê Mirovan li Kurdistanê ku navendê wê Elmaniya ye dît, em tekez dikin ku rapor ji rastiyê dûre û xwe naspêre rastiyê û rewşa heyî. Rêxistina me serdana hemû girtîgeh û navendên ragirtinê kirine û rewşa ji kesên hatine ragirtin şopandine. Li se wî esasî diyar bû ku hemû girtîgeh di bin çavdêriya dozgeriya giştî û meclîsa dadê tevdigerin. Tu girtîgehên veşartî dik kantona Cizîrê de nîne.

Me hin rewşên girtiyan ku rastî lêdanê hatine belge kirin, li ser wî esasî jî hesb ji endamên Asayîşê hate xwestin û li gorî qanûnên li ser vê mijarê hatin cezakirin. Ev yek jî di asta kesayetan de tê kirin, yanî ne wekî kesên dibêjin ew çalakvanin û di rapora wê navendê de hatiye destnşan kirin.

Dema serdana me ya girtîgehên Efrîn û Raco û piştî me hevdîtin bi girtiyan re pêk anî, her wiha li gorî rewşa me di girtîgehan de dît û ji rewşa wan diyar bû ku rewşa wan li gorî pîvanên mirovahî pêk tên, girtiyan xizmetên xwarinê û tenduristiyê, her wiha çandî dîtine. DI wir de navenda tenduristiyê, dermanxane û ava gerim heye. Di heman demê de pirtûkxaneya ku gelek cûreyên pirtûkan tê de heye, heye. Saleyek ji lêkolînê û semîneran reheye. Di girtîgehê de tenê girtiyên cenayî hene û binpêkirina, tu girtiyek bi tenê jî siyasî nîn e.

Girtîgeha Raco jî kesên ku bi tewanê terorê tê de hatine giritin ne başe, ew girtîgeh di sala 2015ʹan de û li gorî rewşa awerte ya sala 2014ʹan hatiye vekirin.

Rapora wan bi navê binpêkirinên PYDʹê hatiye nivîsandin, lê rêvberiya Efîrnê ya xweser heye û pê ve girêdayî gelek desteyên hundir û dadê hene ew jî rewşa girtîgeha dişopînin, ne PYD rêveberiya Efrînê dike.ʺ

(dc)

ANHA