Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rêxistina Rojava alîkarî li kampa Ebû Xeşeb belav kir

Dîmen

Dîmen: https://youtu.be/ZvIttrbox-Q

HESEKÊ – Rêxistina  Rojava ya Alîkariyê, alîkarî li koçberên Dêrazorê û hinek malbatên Iraqê yên  di kampa bajaroka Ebû Xeşeb de, belav kir.HESEKE-REXISTINA-ROJAVA-ALIKARI-LI-KOCBERAN-BELAVKIR1 (2)

Rêxistina Rojava ya Alîkariyê betanî, isfinc, lampeyên ser enerjiya rojê, xizanên avê û hew, li koçberên Dêrazorê ku di kampa Ebû Xeşeb(75 Km li bakurê bajarê Dêrazorê) belav kir.

Li gorî rêxistinê, alîkarî li 50 malbatî hate belavkirin.

Di kampa Ebû Xeşeb de, 200 kon hene, lê hejmara malên di wir de 252 malbat in.HESEKE-REXISTINA-ROJAVA-ALIKARI-LI-KOCBERAN-BELAVKIR1 (6)

Li gorî rêveberên Rêxistina Rojava, derdora 15 koçberî pêwîstiya wan bi dermankirina  li nexweşxaneyên Şam hene û pêwîstiya gelek koçberên din jî bi dermanan hene.

Derbarê pêwîstiyên kampê, rêxistinê  tekez kir ku gelek pêdivî ji bo wan pêwîstin.

Rêxistina Rojava, Heyva Sor a Kurd  û Komeleya Dan, tenê alîkarî didin koçberên di kampa Ebû Xeşeb de.

(kc)

ANHA