Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rêxistina Sara alîkarî li jinên koçber belav kir

EFRÎN – Rêxistina Sara ya Têkoşîna Şideta li Dijî Jinê ya Kantona Efrînê, alîkarî li jinên koçber ên  di  kampa Şehbayê  ya  li bajaroka Dêr Cemal de, belav kir.

Alîkarî li jinên di kampê de yên  ku nikarin debara xwe ya jiyanê pêk bînin, hate belavkirin. Alîkariya ku hatiye belavkirin ev e: Pere, madeyên  paqijiyê û pêdiviyên kesayetî.RANIYA CEHFER

Têkildarî mijarê, ji Rêvebera Rêxistina Sara Raniya Cefer axivî û da zanîn ku rêxistina wan ji bo şopandina  rewşa  jinan, serdana kampê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe:”Piştî me rewşa wan şopand,  me hemleya komkirina alîkariyê li Efrînê û taybet  li ser xwediyên kargehan, da destpêkirin û li ser vî esasî alîkarî  li jinên koçber hate belavkirin”.

Ji aliyê xwe ve jî, jinên koçber ên li kampa Şehbayê spasiya Rêxistina Sara, kirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku bi hezaran gelê Sûriyê  ji ber  şerê  desthildarî, xwe spartin Kantona Efrînê. Lê heta  niha  tu saziyên  navneteweyî alîkariya pêwîst li koçberan belav nekiriye.

(kc)

ANHA

EFRIN-REXISTINA-SARA-ALIKARI-BELAVKIRIN-LI-SER-JINEN-KAMPA-SEHBA ‫(238682625)‬ ‫‬ EFRIN-REXISTINA-SARA-ALIKARI-BELAVKIRIN-LI-SER-JINEN-KAMPA-SEHBA ‫(1)‬ ‫‬