Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rêxistina Sara êrîşên dijî Efrînê  û komploya 15`ê Sibatê şermezar kir

Dîmen

KOBANÊ – Rêxistina Sara ya Têkoşîna Şideta li Dijî Jinê ya Kantona Kobanê êrîşên dagireriya Tirkiyê li ser Efrînê û salvegera komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên rêxistinê li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêxistina Sara Besma Bekir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Berxwedana Serdemê ya Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkiyê hate silavkirin û salvegera 19`emîn a komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate şermezarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê û komkujiyan artêşa dagireker a Tirk jî hate şermezarkirin.

Daxuyanî bi dûrişmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

(kc)

ANHA