Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rêxistinên cîhanî li beramberî rewşa koçberan bêdengin

MAED EL-SELÛM

GIRÊ SPÎ- Koçberên kampa Eyn Îsa her ku diçe hejmara wan zêde dibe, xwarin têra wan nake, derfetên wan ên jiyanê kêmin û Rêxistinên Mafên Mirovan li beramberî vê yekê bêdenge.SALIH XEDBAN

Koçberên Reqqayê ji ber çeteyên DAIŞ`ê ku bi kiryarên xwe nefes Ii şêniyan teng kiribû reviyan û berê xwe dan xerîbiyê. Heyanî ku gihîştin herêmên bi ewle û derbasî kampa Eyn îsa bûn di gelek zor û zehmetiyan re derbas bûn.

Niha nêzî 3 hezar koçberî li kampa Eyn Îsa dimînin. Tenê Rêveberiya Xweser a Girê Spî û hinek rêxistinên alîkariyê yên herêmî li gorî derfetên sînordar bi wan koçberan re dibin alîkar.

Koçber ji bo bighîjin herêmên bi ewle û ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê rizgar bibin, mal û mulkên xwe firotine û dane heqê riya xwe. Niha jî pere bi wan re nemane ku zarokên xwe xwedî bikin.XELIL EHMED

Koçberê bi navê Xelîl Ehmed ê 26 salî anî ziman ku ew ji ber xwarin û derfetên kêm ên kampa Eyn Îsa zehmetî dikşînin û wiha pê de çû:ʺ Tenê av û nanê me heye, ew jî Komîteya Rêveberiya kampê dide me.ʺ

Salih El-Xedban jî yê ku ji ber zilma çeteyên DAIŞ`ê reviyaye û niha li kampa Eyn Îsa dimîne ku temenê wî 59 salî ye diyar kir ku ne tenê xwarina wan tine ye ku bixwin, nivînên wan jî tine ne ku xwe ji sermayê biparêzin.

El-Xedban di dawiya gotinên xwe de bang li Rêxistinên Mafên Mirovan û Netewên Yekbûyî kir ku bi koçberan re bibin alîkar û pêdiviyên wan pêkbînin.

Hejmara kampa Eyn Îsa her roj zêde dibe û rojane nêzî 150-200 koçberî dighîje kampa Eyn Îsa.

(np)

ANHA