Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rêya di navbera Şehba û Efrînê de tê qîrkirin

ARŞÎN NECAR

ŞEHAB – Şaredariya Gel a Kantona Şehba ya herêm Efrînê rêya di navbera kantona Şehba û Efrînê ku ji ber kiriyarên çeteyan xerab bibû, qîr dike.SEHBA-ZIFITKIRINA-RIYA-NAVBER-EFRIN-U-SEHBA (3)

Di 4 salên derbasbûyî de, ji ber şerê komên çete yên ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk werdigirin, kantona Şehbayê gelek ziyan dît. Rêyên Şehbayê jî ji hovîtî û şerê çeteyan xelas nebû û di ecamê de rêya navbera kantona Şehba û Efrînê gelek ziyan dît.

Li ser gazincên welatiyan û şofêran, Şaredariya Gel a Kantona Şehba û bi kordîneya bi Şaredariya Navendî ya Kantona Efrînê ji meha hizêranê ve dest bi  sererastkirina, rêya di navbera kantona Şehba û Efrînê kir.

Rêya behsa mijarê ku dirêjhaiya xwe 6 km û firehiya xwe 6 m, navgîna  di navbera navçeya Kefer Naya ya kantona Şehba û bajaroka  Dêr Cemal ya navçeya Şêrawa ya kantona  Efrînê ye.SEHBA-ZIFITKIRINA-RIYA-NAVBER-EFRIN-U-SEHBA (1)

Ji rêveberên Şaredariya Gel  a Kantona Şehbayê Xalid Şêxo diyar kir ku ew rêya sereke ya navbera kantona Şehba û Efrînê (Dêr Cemal-Kefer Naya) qîr dikin da ku şofêr û taybet maşîneyên mezin astengiyan derbas bikin.

Ji aliyê xwe ve, şênî û şofêran kêfxweşiya bi  qîrkirina rê anîn ziman.

(kc)

ANHA

XALID SEXO ELI MEHFUZ