Têkilî | Derheqê me de

Riya di navber EL-Cirniya û Tebqayê de hate sererastkirin

Dîmen

TEBQA – Şaredariya Gel a bajaroka EL-Cirniya sererastkirian riya di navber EL-Cirniye û bajarê Tebqayê de bidawî, kir.XALID

Şaredariya Gel a bajaroka EL-Cirniya ji ber gazincên şêniyan dest bi sererastkirina riya di navbera El-Cirniya û Tebqayê kir.

Di destpêkê de rê satirên axê hate paqaijkirin û paşê ji bo ku çûn û hatina erebeyan hêsan bibe  qûm hate dayîn.

Şaredariya Gel a Tebqayê jî ji aliyê xwe ve hinek alav dane Şaredariya Gel a El-Cirniya.

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Xalid EL-Şehab ê ji bajaroka EL-Cirniya spasiya şaredariyê kir û wiha got “Me gelek zehmetî di çûn û hatinê de didît, lê niha rê bi awayekî awarte hate çêkirin û em bi vê yekê kêfxweş in.”

(bx)

ANHA