Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Riya herî baş li dijî tundiya li ser jinê ev e

MEDYA HENAN

QAMIŞLO– Saziyên jin ên li Rojava kar dikin bi riya perwerdehî û çareserkirina pirsgirêkên jin li hemberî tundiya li ser jinê têkoşîneke xurt didin meşandin. Di salekê de bi sedan jin hatine perwerdekirin û navendên parastina jin hatine vekirin.

Jin di encama zîhniyeta mêr de rastî tundiyeke dijwar tê. Ji ber ku jin e, nirx ji bo fikir û hestê wê nayê dayîn û bi hemû rêbazan ji aliyê fêzîk û fikrî ve rastî tundiyeke dijwar tê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lêgerînên jin ên azadiyê û bûyîna xwedî îrade pêşxistin û berê wê da têkoşîne. Jin da ku li hemberî tundiyê rawestê, divê têbikoşe, zana bibe, di jiyanê de bibe xwedî tecrûbe, hêz û îrade. Asta têkoşîna jin gihîştiye ku xwe li Kurdistanê û li gelek ciyên cîhanê birêxistin bike.

Jin di şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê de ji aliyê civakî, siyasî, leşkerî û dîplomasî ve bû xwedî rolekî girîng. Jin ne tenê xwe birêxistin kir ji bo bikarbe pirsgirêkên jin ên malbatî, pîşeyî û kar çareser bike û dawî li tundiya li ser jinê bîne, gelek sazî vekirin û dewreyên perwerde birêxistin kirin.

Di vê çarçevê de li herêma Cizîrê saziyên jin ji bo dawî li tundiya li ser jinê bînin xebatên girîng ku di rapora me de werin ziman, dane meşandin.

60 jin têne parastin

Desteya Jin 4`ê Îlona 2014`an ji bo jin ji tundiyê were parastin maleke taybet bi navê `Mala Parastina Jin ji Tundiyê` vekir. Mala Parastina Jinê ji Tundiyê ji destpêka vekirina xwe heyanî niha 60 jinên ku fêzîk, pskolojîk û aborî ve rojane rastî tundiyê hatine, diparêze.

Mala Parastina Jinê ji Tundiyê jinên rastî tundiyê tên pêşwazî dike, wan perwerde dike û aliyê pîşeyî de fêrî kar dike. Destûr nade ku kesek nêzî wan bibe û wan diparêze. Her wiha eger ew jin ereb, kurd, suryan an jî ji pêkhateyeke dîtir be wan fêrî zimanê wan ê dayîkê dikin. Her kes fêrî zimanê xwe yê dayîkê dibe.

Di wextê ku ev jinên li Mala Parastine Jinê ji Tundiyê diçin dadgehê da ku dozên xwe çareser bikin, hêzên Asayîşa Jin û komîteyên parastine yên Mala Parastina Jinê ji Tundiyê parastina wan dikin.

Xebatên Navenda Amara

Desteya Jin a Kantona Cizîrê navendeke şêweriya pskolojîk a jinê sibata 2015`an bi navê `Navenda Amara a Şêweriya Pskolojîk` vekir. Navend li bajarê Qamişlo hat vekirin û şaxên wê 6`ê hizêrana 2016`an li bajarê Heseke û navçeya Til-Temir vekir. Her wiha 27`ê sibata îsal şaxê xwe yê siyemîn li navçeya Çilaxa a herêma Dêrikê vekir.

Ev navendên şêweriya pskolojîk dewreyên perwerde vedikin û bi sedan jinan re bûne alîkar.

Xebatên Rêxistina Sara

Rêxsitina Sara a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê îsal 8 werşeyên perwerdekirina jin vekirin. Bi riya van werşe jin aliyê pîşeyî de têne perwerde kirin. Rêxistina Sara ji bo jin bikarbe li hemberî tundiyê xwe biparêze û bibe xwedî hêz jinan perwerde dikin.

Hezar û 620 jin hatine perwerde kirin

Kongreya Star yek ji xebatên ku girîngiyê didiyê xebatên perwerde ne. Di salekê de hezar û 620 jin li Akademiyên xwe perwerde kirine. Piştî ku jin têne perwerde kirin wan li ser saziyên civaka sivîl û rêxistinên jin belav dikin.

Hezar û 52 dozên jin çareser kirine

Jin dema ku rastî tundî û pirsgirêkan tê berê xwe dide Mala Jin. Malên Jin ên herêma Cizîrê di salekê de hezar û 52 dozên jin çareser kirine.

Sazî û rêxistinên jin li hemberî tundiya mêr li ser jinê bêçare nemane û bi riya perwerde û vekirina navendan dawî li diyardeya tundiyê tînin.

(np)

ANHA