Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Riya parastina şêniyên Idlibê, piştgiriya Artêşa Şoreşgeran e’

NÛRHAT HESEN

ŞEHBA – Cîgirê Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ebû Erac anî ziman ku çeteyên Heyet Tehîr El-Şam û Ehrar El-Şam ên radîkal hewl didin li Idlibê komên opozsiyona çekdarî tesfiye bikin û tekez kir ku tekane riya xelaskirina şêniyên Idilbê ji komkujiyan piştgiriya Artêşa Şoreşgeran e.

Cîgirê Fermandariya Giştî ya Artêşa Şoreşgeran Ehmed Sultan (Ebû Erac) di hevdîtineke xwe li gel ANHA‘yê de got ku riya rizgarkirina şêniyên bajarê Idlibê ji komkujiyan, piştgiriya şervanên Artêşa Şoreşgeran re.

‘Idlib hema rûxyaye‘

Ebû Erac ji destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Idlibê û pêşketinên leşkerî ku li wir rû dide û got: “Idlibê hema bûye herêmeke hilweşyayî. Di hudirê wê de şerekî navxweyî û navdewletî tê meşandin. Her komek hewl dide vê herêmê bi dest bixe. Dewlata Tirk jî mayîna xwe ya li herêmê xurt dike, rêjîma Sûriyê jî bi hevkariyê Rûsiyayê di nava hewldanan de ye.”

Ebû Erac têkildarî komkujiya kîmyawî ku li Xan Şêxûn pêk hat jî got: “Komkujiya kîmawî ku li bajaroka Xan Şêxûn rû dan, bi sedema ku bi sedan sivîl bibin qurbanî. Tişta balkêş di ve mijarê de, çeteyên Heyet El-Tehrîr û Ehrar El-Şam li bakurê Idlibê şerê hev dikin, ji ber şerê wan ê naxweyî welatî ber berê xwe didin Tirkiyê û warê xwe terik dikin. Li aliyekî din artêşa Tirk a dagirker sivîlan dika armanca êrîşên xwe û wan dikuje. Ew dibêjin em ê Idlib diparêzin, ewana ji terorê hîna xirabtirin.”

Ebû Erac di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser pîlanên çeteyên bi navê Ehrar El-Şam û wiha pêde çû: “Koma çete ya ku navê Ehrar El-Şam li xwe dike, bi xwe ji Sûriyê ye, lê hezên navdewletî û di serî de dewleta Tirk destekê dide wê. Em çeteyên Ehrar El-Şam di her şerê li Idlibê rû dide, dibînin, carna bi Cund El-Eqsa re û caran jî bi Heyet Tehrîr El-Şam ku Cebhet El-Nûsra avakiriye re şer dikin.”

Ebû Erac anî ziman ku çeteyên Ehrar El-Şam dixwaze tevhî bajarê Idlibê bi dest bixe, Tirkiyê jî hewl dide vê komê li ser asta navdewletî wekî hêzeke rawa nîşan bide.

‘Komên çete hewl dide, komên opozisyonê tesfiye bikin‘

Ebû Erac destnîşan kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û Ehrar El-Şam ên radîkal li bakurê Idlibê hewl didin tugeyên opozisyonê tesfiye bikin û wiha domand: “Di demên dawî de derket holê ku rêxistinên girêdayî El-Qayîde, hewl dide komên çekdar ên girêdayî opozsiyonê yên wekî Ceyş El-Iza, Furqeya 13 û hin komên din li Idlibê tune bikin.”

Ebû Erac di berdewama axaftina xwe de jî bal kişand ser têkiliya Tirkiyê bi Cebhet fethih El-Şam (Cebet EL-Nusra) û wiha dom kir: “Di esas de Tirkiyê; Cebhet Fertih El-Şam (Cebhest El-Nusra), Ehrar El-Şam  sor kir da ku komên navborî tesfiye bike. Wiha bi Tevgera Hezim re kir. Çeteyên Cehbeya Fetih El-Şam fermandarê Furqeya 13 Ehmed Siûd kuşt.”

‘Êrîşa Amerîkayê bersiva êrîşên rêjîmê ye‘

Derbarê êrîşa dawî ya Amerîkayê ya li dijî Sûriyê Ebû Erac ev tişt anî ziman:”Êrîşa Amerîka ya dawî ya li dijî bargeha leşkerî ya Şayart a Sûriyê gelek peyaman dide. Yek kêmkirina hêrsa gelêrî ya li hemberî komkujiya rejîma Sûriyê ku li Xan Şêxûn pêk hat. Peyamana duyemîn jî ji bo rêjîma Sûriya û Rûsiya ye, Amerîka xwest bi vê ye nîşan bide ku ew dikare di her demên berê fûzayên  xwe bide qesra serokkomarê Sûriyê.Ya sêyemîn ew e ku rê nede hêzên rêjîmê û Rûsiya ku êrîşan bibin ser Idlibê. Ji ber ku rêjîm û Rûsiya amadekariyên êrîşan bi fuzan li dijî Idlibê dikirin, nîşaneya vê yekê ew e ku rêjîmê Sûriye hêza li nêzî bajarokên rojavayê Helebê yên wekî Kendan û Kefer Hemarayê zêdekiriye.”

‘Tirkiyê hewl dide bi navên din Idlib dagir bike‘

Cîgirê Fermandarê Artêşa Şoreşgeran di nava gotinên xwe de hewldanên dagirkirina Tirkiyê ji xaka Idlibê re destnîşan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ihtîmalên mezin heye ku Tirkiyê parêzgeha Idlibê bi navê din dagir bike. Dibe ku bi navê Mertala Asî (Dirai El-Asî) an jî Merala Bakurê (Dirai El-Şemal) an navekî din, wekî ku çawa herêmên Şehbayê dagir kir û şêniyên wê yên resen dane koçberkirin.”

Ebû Erac çawaniya xelasbûna şêniyên Idlibê ji şerê heyî wiha daxuyakirin: “Riya tekane ya ku şêniyên Idlibê ji komkujiyên çeteyên wekî Cebhet Fetih El-Şam û çeteyên girêdayî Tirkiyê xelas bike, piştgiriya Artêşa Şoreşgeran. Artêşa Şoreşgeran ji şêniyên herêma Idlibê pêk tê.”

Ebû Erac destnîşan kir ku gelek komên çekdar piştî ensyatîfa Hêzên Sûriya Demokratîk tevlî wan bûn û got: “Piştî ensyatîfa Hêzên Sûriya Demokratîk a yektiya hêzêna beşdarî wan bûn, ev yek gaveke pir baş e ber bi xurtkirina hêzên rasteqîn ên ku parastina herêmê dike ye.”

Cîgirê Fermandariya Giştî ya Artêşa Şoreşgeran Ehmed Sultan (Ebû Erac) bang li şêniyên parêzgeha Idlibê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin da ku rê nedin komkujiyeke din mîna ya Xan Şêxûn û ji hêzên ku hîna di bane Şoreşa Sûriyê de tevdigerin, xwest ku tevlî Artêşa Şoreşgeran bibin.

Cîgirê Fermandariya Giştî ya Artêşa Şoreşgeran Ehmed Sultan (Ebû Erac) ji nişetcihên bajaroka El-The ya girêdayî Meara El-Nûman a ser bi parêzgeha Idlibê ve ye. Ebû Erac li gel çend hevalên xwe di sala 2011‘an de yekem tabûr ava kir. Gelek caran bi destê hêzên rêjîma Sûriyayê birîndar bû. Her wiha yek ji damezîrnerên Artêşa Şoreşgeran ku di sala 2015‘an de hate avakirin e.

(bb/dc)

ANHA