Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Riya xelaskirina Kurdan ji çirava Rojhilata Navîn yekîtiya niştimanî ye’

KAWA HEMO

DÊRIK – Endamê û berpirsên saziyên civaka sivîl ji hêzên Kurdî daxwaza xwedîderketina li banga yekîtiya niştimanî kirin û gotin:”Riya xelaskirina Kurdan ji çirava Rojhilata Navîn yekîtiya niştimanî ye”.

HISEN

Endamê Akademiya  Civaka Demokratîk D.Hisên Elî da zanîn ku yekîtiya niştimanî  bi xwe re kongreya neteweyî tîne, ji ber vê jî ev gavekî dîrokî ye. Hisên Elî bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  derbarê yekîtiya neteweyî bi bîr xist û got:”Ocalan gelek name derbarê girîngiya yekîtiya niştimanî  ji rêveber û serokên Kurdan re rêkirin”. Elî diyar kir ku bi derbasbûna sedsalî li ser nexşeya Sykes Pico, şert û mercên herêmê guhertinên nû ferz dikin.

‘Riya xelaskirina Kurdan ji  çirava Rojhilata Navîn yekîtiya niştimanî ye’

Hisên Elî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman:”Yekîtiya niştimanî ya Kurdî gelekî girîng e  û riya xelaskirina Kurdan ji çirava Rojhilata Navîn e. Kurd bi vî rengî dê îradeya xwe biparêzin.” Endamê Akademiyê Civaka Demokratîk Hisên Elî sedema têkçûna serhildanên Kurdan bi tunebûna yekîtiya kurdan rave kir û wiha pê de çû:”Gelek alî dema li ber gorên şehîdan radiwestin soza şopandina riya wan didin, lê di rastiyê de tu gavan navêjin û gelê kurd dibe qurbanê vê yekê.”

MENAL

‘Pêkneanîna yekîtiya niştimanî xizmeta dijmin dike’

Her wiha Rêvebera Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk a bajarê Dêrikê Menal Mihemed Emîn îşaret bi qonaxa ku  pêwîstiya Kurdan bi diblomasiyeke hevpar heye kir û ev yek dê bi riya yekîtiya niştimanî pêk were. Menal got ku aliyên li dijî pêkanîna yekîtiya niştimanî radiwestin, xizmeta herî mezin pêşkeşî dijminên Kurdan dikin. Menal di nava gotinên xwe de serdema navbera şerên Cîhanî yên  Yekemîn û Duyemîn û komployên li dijî kurdan hatin meşandin, bibîr xist û  da zanîn ku di encama parçebûna Kurdn de, gelê kurd mafê xwe wenda kir

XORSID

‘Hebûna Kurdan bi yekîtiya niştimanî ve girêdayî ye’ 

Rêveberê Navenda Dicle ya Çand û Hunerê Xorşîd Botî insîyatîfa endamên Kongreya Netewî destek kir û ev yek got:”Misyona wan gelekî girîng e, ji ber hebûna gelê Kurd bi pêkanîna kongreya neteweyî û yekîtiya niştimanî ve girêdayî ye.” Xorşîd Botî di dawiya axaftinên xwe de bang li hemû hêzên kurdî kir ku xwedî li banga yekîtiya niştimanî derkevin.

 (nse)

ANHA