Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Riyad Derar: Dewleta Tirk aloziya Sûriyê ji xwe re bikar tîne

ALVA OSÊ-DILYAR CEZÎRÎ

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar diyar kir ku, dewleta Tirk ji aloziya Sûriyê sud wergirt û hebûneke xwe ya nû li herêmê çêdike û got ku hin alî hene alîkariya wê dikin û rê didinê ku derbasî xaka Sûriyê bibe.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar derbarê dagirkirina dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re ji ajansa me re axivî û bê dengiya hêzên navdewletî ya derbarê dagirkirinê de nirxand.

Derar di destpêka axaftina xwe de got ku dema dewleta Sûriyê bi piranî desthilatdariya xwe winda kir komên çete û hin dewletên ku piştgiriya wan dikin destwerdan kirin û di bin navên cûda de dagirkirina xaka Sûriyê ji xwe re rewa kirin.

Derar, her wiha da zanîn ku hêzên wekî Rûsiya, Îran, Huzibullah û Şîayên Îraqê bi biryar û erêkirina rêjîmê derbasî xaka Sûriyê bûn û wiha dom kir: “Bi navê çavdêriya herêmên kêmkirina şer, rola dewleta Tirk jî çêbû. Rûsiya jî ev yek pejirand û piştgiriya wê kir. Beranberî wê jî komên çekdar ên di bin banê Tirkiyê de kontrol kir. Ev yek me li Astana û radestkirina Helebê beramberî dagirkirina Cerblus û Babê de dît.”

 ‘Dewleta Tirk ji lewezbûna Sûriyê sûd wergirt’

Derar, her wiha destnîşan kir ku hebûna Tirkiyê ya di xaka Sûriyê de ji ber lawaziya dewleta Sûriyê pêk hatiye û wiha dom kir: “Dagirkirina wan ji xaka Sûriyê re li seresasê parçekirina herêmên di Sûriyê de pêk hatiye. Ev parçekirin di bin navê şerê li dijî çeteyên wekî DAIŞ û Cebhet El-Nusra pêk hat. Di vê yekê de jî tu rola gelê Sûriyê nîne.”

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar pîlanên dewleta Tirk ên li ser Sûriyê bibîr xist û got ku pîlanên dewleta Tirk ên dagirkirina xaka Sûriyê ji kevin de hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew ji aloziya di nava Sûriyê de sud digirin. Nakokî di navbera aliyan de heye û niha dixwaze hêviyên xwe pêk bîne. Mixabin hin alî hene ku alîkariya wan dikin û rê dan wan ku derbasî xaka Sûriyê bibin û hin herêmên wê dagir bikin. Ji aliyê piştigirya dewleta Tirk dikin jî komên çete yên girêdayî Ixwan El-Muslimîn û hin komên din hene. Tirkiyê bi wan dixwaze dagirkirina xwe rewa bike.”

(rr)

ANHA