Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Riyad Derar: Helwesta Ebdulezîm a kesên nizan e

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Meclîsa Sûriyeye Demokratîk Riyad Derar helwesta Hesen Ebdulezîm wekî helwesta kesên nku federaliyê red dikin, bi nav kir got, sîstema federal Sûriye ji xeteriya parçebûnê diparêze.

Hevserokê Meclîsa Sûriyeye Demokratîk Riyad Derar têkildarî daxuyaniya Kordînatorê Giştî yê Heyet El-Tensîq Hesen Ebdulezîm ku sîstema federal a Bakurê Sûriye bi parçebûyîna Sûriye bi nav dike, ji ANHA‘yê re axivî û wiha got:”Girêdayî daxuyaniya birêz Hesen Ebdulezîm, ez baş nizanim gelo ev daxuyaniya fermî ya heyetê ye yan na, ji ber li ser rûpla Hesen Ebdulezîm hatibû weşandin. Bi rastî, em bi têkoşîna kesên li hember sîstema rêjîma desthilatdar serî rakirine serbilind in, lê wexta ev têkoşîn bighêje asta ku cudekedarî di navbera armanc û kiryaran de neyê derxistin, ev yek ji kesên ku rewşa Sûriyeye dişopîne ne razîbûnekê çêdike.”

Derar gotinên di daxuyanyê de hatin belavkirin, sorkirineke li hember modêla Federaliya Bakurê Sûriyeyê destnîşan kir û wiha dom kir:”Sîstema federal, Sûriye ji xeteriyê parçebûnê diparêze, lê birêz Ebdulezîm vê sîstemê wekî parçebûyînê dibîne. Helwesta wî mîna gelek kesên ku federaliyê qebûl nakin e. ji ber ku ev sîstem ji aliyê kurdan ve hatiye pêşniyar kirin bi tu awayî qebûl nakin. Mamoste Hesen şirkên xwe yên Partiya Yekîtiya Demokratîk û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriye baş nas dike ku ev herdu partî ji bo Sûriyeye pir xebatan didin meşandin.”

Riyad Derar di berdewama axaftina xwe de got ku Ebdulezîm, gotina partiya Baas a dibêje kurd, erebên Sûriye ne dûbare dike û banga avakirina yekîtiya federal a ereban an jî konfederaliyeke ku komara Malî ya Bakurê Afrîqyayê di nav xwe de bigre da ku li hember hêzên global şer bikin, dike. Ev pêwîst nake, ji ber ku kurd ji Sûriyeta xwe têr in, tu kes nikare li ser axaftinan bikin, ew xwediyê erdê xwe ne, nabe bi sehyûn were şebihandin.”

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di dawîkirina Şiksbîrî de ez dixwazim bêjim ‘yan em ê hebin yan em ê tunebinin’ Heger em vegerin dema inşaê û daxuyaniyên desthiladaran ên salên 60-50 î de bibîr bînin, em ê binerin ku ew daxuyaniyên wan tenê di cîhana xewnan de bû, ber bi paşverûtiyê de bûn.Ez ji Mamoste Hesen û hemû birayên li gel wî re dikim ku hinekî vegerin piratîka heyî, yan dê tenê daxuyaniyên wan tenê li ser xaka emê tunebin pêk tê.”

(bb)

ANHA