Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Riyad Derar: Sîstema federal ji bo Reqayê derman e-5

DOSYA

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar got: ” Sîstema federal riya çareserkirina hemû pirsgirêkên navendî yên Sûriyê ne. Ev sîstem bi taybetî ji bo pêşeroja Reqayê derman e. Dem hatiye ku gel bi xwe rêveberiya xwe bike û pirsgirêkên xwe çareser bike. Êdî gelên herêmê dikare têkiliyên xwe yên rojan e pêş bixînin, ji xwe armanca sereke ya fedraliyê ev e.”

Derar pir rengiya pêkhateyên bajarê Reqayê xaleke erênî ya li gor menhecê neteweya demokratîk bi nav kir û got:”Federalî riya dewlemendiya pêşerojê ye, ji ber wê divê her kes beriya raman û siyasetê wê ji bo berjewendiyan qebûl bike.”

Hevserokê Meclîsa Sûriyeye Demokratîk (MSD) Riyad Derar pêşeroja bajarê Reqayê piştî rizgarkirinê ji ANHA‘yê re nirxand û got ku federaliya demokratîk ji Reqayê re derman e.”

Hevpeyîn wiha ye:

*Hûn çawa li bajarê Reqayê piştî rizgarkirinê dinêrin?

Piştî rizgarkirinê, gerek bajar ji nû ve were sereratkirin. Em dibînin ku asta zanebûna civaka Reqayê baş e, dikarin ji tecrûbeyên berê yên desthilatdariya bi salan ku DAIŞ‘ê li hember wan feriz kiribû, sûde bigirin. Di nav şêniyên Reqayê de beşa rewşebîran hene, hin ji wan li derve jiyan dikin, bi ruhê xwe yê rizgarkirî dikarin beşdarî avakirinê bibin. Ez di wê baweriyê de me ku welatiyên Reqayê dê wêneya Sûriyeya nû ya ku em li benda wê ne, ava bike.

*Li Reqayê, pêkhateyên cuda jiyan dikin. Di nêrîna we de wê çawa pêkhate bi aştî jiyan bikin?

Ev xaleke êrînî ye, ev yek di sîstema neteweya demokratîk de tê behs kirin ku hemû pêkhate bi hev re jiyan dikin, her yek di maf û erkan de wekhev e û ji bo pêşxistina rewşa jiyanî di pişbirkê de ne.

*Gelo xwezaya civaka bajarê Reqayê dihêle ku sîstema federalî lê pêk were?

Sîstema federal ji hemû pirsgirêkên navendî yên ku bajar xirab kiriye û talan kirine çareserî ye. Bi pêkanîna vê sîstemê re, mirov êdî dikare bi serbestî berhemên xaka xwe bi dest bixîne û têkiliyên xwe yên rojan e pêş bixînin. Mebesta federaliyê, pêşxistin û demokratîkbûyîn e.

*Di texmîna we de, wê Meclîsa Sivîl a Reqa federaliyê qebûl bike, yanî bi gotineke din dibe ku Reqa bibe herêma çaremîn di sîstema federal a Bakurê Sûriyeye de?

Birayên me yên Meclîsa Sivîl a Reqayê gavên bi nirx ên xwediyên federaliyê ji bo rizgarkirina bajar ji terorê û avakirina bajarê avêtin dîtin û dê destekê bidin xebatên jinûve avakirinê. Gereke ev yek bibe gaveke ku Meclîsa Sivîl jî xwe di nav vê sîstemê de bibînin û li şûna ku li navendiyê vegerin bila cihê xwe di sîstema federal de bigirin. Federalî riya dewlemendiya pêşereojê ye,  divê her kes  ji bo xwe berjewendiyan qebûl bike.

*Piştî Reqayê, hêviyên we hene gelo ku hêzên cîhanî itîrafê bi sîstema Federaliya Bakurê Sûriyeye bike?

Gereke em bi ser bikevin. Em neçar in ku federaliyê wekî çareseriyê ji bo aloziya Sûriyeye pêşkêş bikin da ku rê li ber hêzên talanger bigrin. Em bang li civaka navdewletî dikin beşdarî xebatên ji nû ve avakirinê bibin. Federalî projeyeke siyasî, geşbûyî û şarezaye, ewlekariya herêmê pêk tîne.

*Gumanên we hene ku dê piştî rizgarkirina Reqa û Dêrazor, behsa çareseriyên rast ji bo aloziya Sûriyeyê were kirin?

Rewş her tim di guherînê de ye, em in ên ku li saza wî didin, bi nerîneke hîn fireh, yayasî û bi disîplîn em dikarin bighêjin çareseriyê, gelê Sûriye dikare di her kêliyê de vê pêk bînin.

*Di nêrîna we de, ji bo pirsgirêka 7 salên aloziya Sûriyeye çareserî çi ye?

Em vegerin Sûriyeya xwe ya ku bi salan em jî dûr ketin. Projeyên islamperst û netwperest em ji wateya welatparêziya xwe dûr xistin û hiştin ku em di nava xewn û xeyalan vala de bijîn. Kesên ku me xwe spartibû wan em xapandin, gereke li rastiyê, li xwe û li welatê xwe Sûriye vegerin.

(bb)

ANHA