Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Riyad Derar: Tirkiyê bi dagirkirina xwe wê Sûriyê parçe bike

HOGIR NECAR

QAMIŞLO- Hevserokê Meclîsa Sûriyeye Demokratîk Riyad Derar diyar kir ku bi dagirkirina dewleta Tirk ji herêmên din ên Sûriyayê re, nerîna ku Sûriyê ji aliyê sê rêveberan ve were birêvebirin derdikeve holê û got ku yê ji vê yekê sûd werbigre rêjîm e.

Hevserokê Meclîsa Sûriya Demokratîk Riyad Derar di hevîtineke li gel ajansa me (ANHA) diyar kir ku îtîfaqa kêmkirina şer, şer di navbera rêjîmê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li hin herêman kêm dike û got ku îtîfaqa Idlibê rê li pêşiya derbasbûna Cebhet El-Nusra a ji bo koalîsyonê  vedike.

Derar di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku hevpeymana Idlibê, herêmên Sûriyê yên ku dê bikevin bin serweriya Tirkiyê xêz dike û wiha dirêjî da axafitina xwe: “Ev hevpeyam, herêmên Sûriyê yên ku dê bikevin bin serweriya Tirkiyê de di çarçoveya civînên Cinêv û Astanayê û li ser razîbûna Rûsiya û Îranê pêk hatiye, xêz dike. Welatên misogerkar ên vê hevpeyamanê  ku bi Amarîkayê re bi nakok in, hewl didin bandora wê yekê kêm bike da ku yek armancê pêk bîne ew jî tunekirina terorê ye.

Riyad Derar got ku di encamên vê yekê  rêjîmê ji bo qonaxeke pêş xûrt dike û xizmeta Rûsya û Îranê dike, Tirkiyê jî hewl dide êrîş kurdan li Bakurê Sûriyeyê bike û projeya wan têk bibe.

Têkildarî armancên dewleta Tirk ên dagirkirina herêma di anvbera Idlib û Efrînê, Derar destnîşan kir ku Tirkiyê daya xuyakirin ku ew li pêşveçûnên kurdan rawestine, çeteyên wî jî dibêjin ku bi derbasbûna artêşa Tirk a dagirker wê nehêlin rê li ber kurdan bigire da ku neghên deriya.

Riyad Derar helwesta Tirkiyê wekî nexweşiyeke bê derman bi nav kir û got ku ji mafên kurdên Sûriyayê ku herêmên xwe biparêzin, ji ber ku ew li hember rêjîma desthilatdar û hêzên terorîst ên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin disekinin.

Derar derbarê hevkariya di navbera dewletên girêdayî hevpeyamê  de ev tişt anî ziman: “Welatên ku qaşo dibêjin şerê Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam dikin, di navbra wan de lihevkirinek heye. Ev lihevkirin bi destê Tirkiyê pêk hatiye.”

Hevserokê Meclîsa Sûriyye Demokratîk Riyad Derar da zanîn ku bi dagirkerina dewleta Tirk beşek din ji xaka Sûriyê  re nerîna ku Sûriyê ji aliyê sê hêzan ve were birêvebirin derdikeve holê û got: “Yê ji vê yekê sûd werdigere rêjîm e, Ez texmîn dikim ku dê ev yek nakokiyan paşwext derxîne, lê mumkine di her kêliyekê de û li gorî berjewendiyên navdewletî biteqe û dê federaliya Sûriyê pêş bixîne heger welatên mezin li hev bikin.”

(bb)

ANHA