Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Riyên Qamişlo tên firehkirin

Dîmen

DQAMIŞLO – Projeya Şaredariya Mezin a Qamişlo ya firehkirina riyên ketin û derketina bajêr, ber bi dawî ve çûye.QAMISLO-KARE-SEREDARIYE (3)

Şaredariya Qamişlo ji ber aloziya çûn û hatinê û rûdana gelek qezayên trafîkê, beriya sal û nîvekê projeya firehkirina riyan pêşkêş kiribû.

Piştî ku proje ji aliyê desteyên peywendîdar hate erêkirin, di tîrmeha 2017’an de xebatên ji bo firehkirina riyan dest pê kirin.

Ev proje li ser çend qonaxan hatiye dabeşkirin û ji bo wê 100 milyon L.S hatiye veqetandin.

Di qonaxa yekê de derbarê projeyê de lêkolînek hatiye çêkirin, di qonaxa duyemîn de jî li ser erdnîgariya ekolojiya bingehîn a riyan jî lêkolînek hatiye kirin.

Şaredariya Mezin bi qasî 10 metreyan dixwaze riyên ketin û derketina Qamişloyê fireh bike û nêzîk maye xebatên qîrkirina van riyan bi dawî bibe.

Ev proje ji gelek aliyan ve girîng e. Bi vê projeyê wê riya çûn û hatina kamyonan ji tevgera erebeyên biçûk cuda bibe. Ev yek her wiha tevgera ajokaran jî dema derbasî bajêr dibin yan ji bajêr derdikevin hêsan dike û fişara li ser trafîkê kêm dike.

(rr/he)

ANHA

QAMISLO-KARE-SEREDARIYE (4) QAMISLO-KARE-SEREDARIYE (1)