Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rizgarkirina Kobanê li Cizîrê tê pîrozkirin

NAVENDA NÛÇEYAN –  Bi boneya rizgarkirina Herêma Kobanê dê welatiyên Herêma Xweser a Cizîrê di nava rojê de şahiyên pîrozbahiyê lidar bixin.

Li bajarên Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Tirbêspiyê, Dirbêsiyê, Hesekê û Til Temir dê rizgarkirina Kobanê bi şahiya bê pîrozkirin. Bernameya bajaran wiha ye;

Qamişlo :

Şahî dê li aliyê rojhilat û roja  li 2 cihan bên lidarxistin.

Şahiya li milê rojhilat  dê il çerxerêya taxa Enteriyê destpê bike û welatiyên taxa Enteriyê, Qudûrbek û Qenat Siwês dê tevlî bibin.

Şahiya li milê rojava jî dê li çerxereya Rêveberiya Xweseriya Demûkratîk (Mûnîr Hebîb) ya  li taxa Xerbî bê lidarxistin û de welatiyên Taxa Xerbî, Hilîliyê û Kornîş tevlî bibin.

Şahî dê seat di 15.00’an de destpê bikin.

TIRBÊSPIYÊ –

Şahî dê seat di 14.00’an de li çarxereya Azadî destpê bike.

DIRBÊSIYÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger dê seat 15.00’an  de li Navenda Tevgerê şahiyekê li dar bixin.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê dê şahî seat 13.00’an de li Navenda Çand û Hunerê ya taxa Miftî bê lidarxistin.

TIL TEMIR

Li bajarê Til Temir dê şahî seat di 11.00’an li navenda Saziya Malbatên Şehîdan bê lidarxistin.

GIRKÊLEGÊ

Dê şahî seat di 13.00’an de li Qada Şehîd Xebat bê lidarxistin.

DÊRIK

Şahî dê seat di 13.00’an de li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger bê li darxistin.

AMÛDÊ

Şahî dê ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demûkratîk ve seat di 14.00’an de li çerxereya milê rojhilat  bê lidarxistin.

(ah/aq)