Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rizgarkirina Reqa: 7 çete hatin kuştin, 13 sivîl rizgar bûn

FLAŞ

REQA- Di şerê li navenda Reqayê de 7 çete hatin kuştin, 13 sivîl hatin rizgarkirin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê bê navber dewam dike û şervan rojane pêşveçûna xwe didomînin. Şevê din û heta vê sibê sibê li taxên Nehda, Berîd, Taxa Kurdan, li derdora Çerxerêya Neîm, Nexweşxaneya Watanî, Stada Fûtbolê û parka Harûn Reşîd di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar rû dan.

Di şerên li van deveran de şervanan derbên giran li çeteyan xistin. Di encamê de 7 çete hatin kuştin û çeteyekî jî xwe radestî şervanan kir. Ji aliyê din ve tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD’ê 13 sivîlên din jî ji destên çeteyan rizgar kirin.

Di şerên ji şevê din û heta vê sibê de şervanekî QSD’ê jî şehîd bû.

(ekîp)

ANHA