Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rizgarkirina Reqa, gava yekem a ber bi avakirina Sûriyeya Federal veye-1

DOSYA

Dîmen: Rizgarkirina Reqa, gava yekem a ber bi avakirina Sûriyeya Federal veye 1

EKREM BEREKAT

Kurte dîroka bajarê Reqayê

NAVENDA NÛÇEYAN- Reqa ku çeteyên DAIŞ‘ê kiribû “Paytexta Xîlafetê” vaya bi berxwedaniya şervanên Sûriyeye ronî dibe û ji zulma teroristan xilas dibe. Bi azadkirina vê bajarê xeteriya terorê li ser cîhanê bi dawî dibe û gaveke yekem a ber bi avakirina Sûriyeya Fedaral tê avêtin.

Dîroka bajarê Reqayê, erdîngariya wê, girîngiya wê, merheleyên rizgarkirina ji çeteyên DAIŞ‘ê, em ê bi riya 5 dosyayan vebêjin.

Erdnîgariya Reqa û pêkhateyên wê

Bajarê Reqa 160 KM ji aliyê rojhilatê ve dûrî bajarê Helebê ye. Bajar bi qasî 1,962 Km2 li başûrê bajarê Girê Spî, rojavayê bajarê Hesekê û bakur rojavayê bajarê Dêrazorê, fireh dibe.

REQQA-DOSIYA ‫(2)‬ ‫‬ REQQA-DOSIYA ‫(38863365)‬ ‫‬

Di dema desthiladariya rejîma Baasê de, weke parêzgehekê dihat hesibandin. Bajarê Girê Spî û hin gundên Kobanê jî girêdayî vê parêzgehê bûn.

Li gorî serjimara 2011’an, hejmara niştecihên Reqa 944 hezar kes in. Piraniya van Ereb bûn, lê hijmarek mezin a Kurdan jî lê jiyan dikirin. Ji aliyê baweriyê ve jî, piranî şêniyên wê ji Muslimanên Sunayê bû.

REQQA-DOSIYA ‫(38863361)‬ ‫‬ REQQA-DOSIYA ‫(38863362)‬ ‫‬

Bajarê Reqayê mozayîkeke ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeye destnîşan dike. Rêbaza jiyana eşîrtiyê (êl) serwere e. Ji navdartirîn êlên wê jî; êla El-Cês, El-Bo-Seraya, El-Sexane, El-Bo-Esaf, El-Bo-Hemîd, El-Amir Bo-Şeiyan, Evdalê, El-Mûsa El-Zahir, El-Xanim El-Zahir, El-Kewatî, El-Birêc, El-Xûl,  El-Cemase, El-Becrî El-Kerame, El-Şiêb û El-Kiwêdir in.

Her eşîreyên kurdî wekî Milî, Berazî û surayn jî hene.

Hebûna kurdan li Reqayê

Li vê herêmê Kurd jiyan kirine. Li gorî gelek çavkaniyên osamaniyan; sala 1518 an de konfederaliya Milî hate avkirin. Di vê sîstemê de, hemû gelên herêmê dihatin qebûlkirin. Di navîna serdema 18 ev konfederalî bibû ya herî bi hêz û tevahî bejahiya bakur û rojhilat bi rêve dibin, lê paşê ji aliyê Osmaniyan ve hate dagirkirin.

Reqa bi cudabûna astmosfêr û xwezaya tê naskirin. Her wiha cihên şûnwarî wekî Sûra El-Rafqa ya kevnar, Bab Bexdad, mizgefa El-Etîq (Mizgefta El-Mensûr), keleha Caber, bajarê El-Resafa, Sûra, Herqele, Zalba, Hisin Muslima, Girê Xiweyra navdar e hene. Li vê bajarê her wiha bi dehan girên kevnar ên li rex çemên Firat û Belîxê  hene. Yek jê Girê Mirêbit e, dîroka vî girî vedigere 9000 BZ, li vî girî mirovên destpêkê jiyan kirine, lê niha di bin avê de ma.

Sêkoşeya Reqayê ku dikeve rex çemê Firatê bi ax û deştên xwe dewlemend e. Ji ber vê yekê bibûn meqsda welatiyan û navenda bazirganî û komkirina berhemên çandiniyê bû, di riya çemê Firatê be bazirganî pêk dihat.

Ji ber girîngiya erdingariya vê herêmê, gelek empratorî ji vî derketin, li pey wan ango bi serdama derketina islamê, xîlafetên Imewî, Ebasî û Eyûbî, her wiha wekî paytexta xîlafeta Ebasiyan heya demeke dirêj hate dîtin.

Aboriya Reqa

Li gorî raporên ku sala 2011‘an de hatin amadekirin hejmara welatiyên vê herêmê 644 hezar kes in. Niştecihên wê aboriya xwe li ser çandiniyê û xwedîkirina sewalan pêk tînin. Pembo di asta yekemîn de tê çandin. Li aliyekî din bendava Firatê ya bajarê Tebqaypê ku 50 km dûrî navenda bajarê Reqayê dikeve, mewirdikî din ku ava peyda dike.

REQQA-DOSIYA ‫(1)‬ REQQA-DOSIYA ‫(38863369)‬ ‫‬

Tevî dewlemendbûna vê herêmê bi berhemên xwe, lê ji aliyê rêjîma Baas ve diha kesyebazkirin, dîsa jî ev herêm ji aliyê xizmetguzariyê, perwerde, avakirin, civakî û hwd hatibû paşguhkirin.

Bi pêngava aloziya Sûriyeye re

Bajarê Reqayê di adara 2013‘an de ji destê rêjîma Sûriye hate derxistin. Bi hezaran çekdar bi navên cuda wekî “Rêxistina El-Qayîde, Cebhet El-Nusra, Heyet Tehrîr El-Şam û Artêşa Azad ketin vê bajarî.

Bajarê herî bê deng êdî veduherî qada şer, dizî û talankirin, her komek li gorî xwe siyaseta xwe li ser gelên vê herêmê dida meşandin. Rewşa bi vî rengê rê çeteyên DAIŞ‘ê re vekir. Çeteyên DAIŞ di kanûna 2014‘an herêm dagirkirin û kirin ‘‘ Paytexta Xîlafetê‘‘.

Meydana giştî ya bajar veguherandina cihê îdamkirin, serjêkirin û çarmexkirin, niştecihên vê herêmê di tirs de jiyan dikirin.

QSD‘ê bangawariya gelê Reqayê bi cih tîne

Gelên bajarê Reqayê dagirkirî, di rewşa pir aloz jiyan dikirin. Ji bo ku ji vê rewşê rizgar bibin, banga li Hêzên Sûriyeye Demokratîk (QSD) kirin ku wan ji hovîtiya DAIŞ‘ê rizgar bikin. Li ser vê yekê QSD‘ê di 5‘ê Mijdara 2016‘an bi navê ‘‘Pêngava Xezeba Firatê‘‘ da destpêkirin. Piştî rizgarkirina  tevahî gund û bajarokan hemle niha ketiye qonaxa 5‘emîn.

Rizgarkirina bajarê Reqayê “Paytexta Xîlafetê”, xaleke girîng di dîroka nû de çêdike dîrokî ye, ji ber xeteriya terorê li ser cîhanê radike. Bi rizgarkirina vê bajarê mirovahî ji hemû kiryarên dijmirovahiyê ku çeteyên DAIŞ‘ê derheqê gelên herêmê û tevahî cîhanê pêk di anî, azad dibe.

Sibe.. merheleyên rizgarkirinê

(bb)

ANHA