Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rizgarkirina Reqa, gava yekemîn a ber bi avakirina Sûriyaye Federal ve ye- 3

Hemleya rizgarkirina bajar

EKREM BEREKA

NAVENDA NÛÇEYAN- 17‘ê Cotmeha 2017‘an, mûhra xwe li dîroka dunyayê da, êdî wê ev roj wekî cejneke netewî were hesab kirim.  Hêzên Sûriyeye Demokratîk piştî berxwedaniyeke bê hempa ku derdora 8 mehan berdewam kir ango di  vê rojê de paytexta DAIŞ‘ê rûxandin û xeteriya terora li ser cîhanê ji holê rakir.

Em di vê dosaya xwe ya sêyemîn de, behsa pêngavên dawî yên rizgarkirina bajarê Reqayê û berxwedaniya şervanêan QSD‘ê û YJŞ‘ê li dijî DAIŞ‘ê û çawa tevahî bajêr ji çeteyan hate rizgarkirin bikin.

Hêzên Sûriyeye Demokratîk (QSD), di 6‘ê hizêrana 2017‘an de, bi daxuyaniyekê ji bo raya giştî pêngava Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqayê ragihand.

Di Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqayê; YPJ, YPG, Ceys El-Siwar, Cebhet El-Ekrad, Lîwa El-Şemal El-Demokratîk, Hêzên Eşîreyan, Lîwa Mexawîr Hums, Siqûr El-Reqa, Lîwa El-Tehrîr, Lîwa El-Selaciqa, Hêzên Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Suryan, Meclîsa Leşkerî ya Minbic, Meclîsa Leşkerî ya Dêrazor, Hêzên Erka Xweparastinê, Hêzên El-Nuxbe û Hêzên Asayîşa Rojava. Her wiha bi tevlîbûneke xurt ji Meclîsa Sivîl a Dêrazor, Meclîsa Sûriyeye Demokratîk, rûspiyên eşîreyên herêmê û hemû pêkhateyên herêmê.

Piştî îlankirina Pêngava Rizgarkirina bajarê Meclîsa Sivîl a Reqayê di 6‘ê hizêranê bi daxuyaniyekê diyar kir ku QSD‘ê dê soza xwe ya rizgarkirina bajarê Reqayê bi cih bîne û bang li civanên bajarê kir ku her yek li gorî derfetên xwe beşdarî xebatên meclîsê bibin.ANALIZ-HEMLEYA-REQQA-E280AB138215948E280AC-E280ABE280AC-1-300x200

Pêngva çawa dest pê kir…

Pêngava rizgarkirina bajarê ji du baskan ve dest pê kir. Baskê yekemîn ê rojavayê bajêr û baskê duyemîn jî aliyê rojhilatê bajarê. Her wisa û bi mebesta ku çete di nava bajar de werin dorpêçkirin, li aliyê bakur jî li derdora bajarê xelek hatibû çêkirin. Şervanên QSD‘ê saet 16:00‘an de derbasî taxa El-Meşleb dikeve rojhilatê bajêr û di sastên êvarî de taxa rizgar kirin, her wiha keleha Hîreqil a dikeve rojavayê bajêr jî rizgar kirin.

Çeteyên DAIŞ‘ê ji bo ku pêşveçûnên şervanan asteng bike li her deverê taxê mayîn çandibûn, şervanên QSD‘ê bi baldarî derbasî taxê dibûn û pêşveçûnên xwe berdewam kirin, di vê çarçoveyê de Furqeya 17, kargeha şekir ku kîlometreyeke dikeve bakur bajêr rizgar kirin, li taxa El-Meşleb jî 850 m pêşde çûn. Di şerê li van deveran 16 çete hatin kuştin, di nav de termê 6 çeteyan kete destê şervanan, her wiha du erebeyên bombebarkirin ên çeteyan hatin îmhakirin. QSD‘ê saetên êvarî rizgrkirina tevahî taxê ragihandin û operasyona paqijkirinê da destpêkirin.

Şervanên QSD‘ê di 9‘ê hizêranê de, di saetên sibehê de, derbasî taxa El-Sebahiya ya rojavayê bajar bûn. Di seatên ber êvarî de tax bi temamî ji çeteyan rizgar kirin. Di heman rojê de şervanên li baskê rojavayê bajêr derbasî taxa Romaniya bûn. Di encama şerekî dijwar li wir rû da, şervanan di nav de serçeteyekî bi navê Ebû Xetab El-Tûnisî 11 çete kuştin, her wiha cenazeyê 7 çeteyan ket destê şervanan. Piştî du rojan ji şerên dijwar ango di 11‘ê hizêranê de, şervanan tax bi temamî rizgar kirin. di heman rojê de şervanan derbasî taxa El-Sînaa ya dikeve rojhilatê bajarê û taxa Hetîn a dikeve rojavayê bajêr.REQA-WENEYEN-GO-NEHATINE-BIKAR-ANIN1-38470146--300x169

 

Çeteyên DAIŞ‘ê di 10 rojên destpêkê yên pêngavê li hember berxwedaniya şervanên QSD‘ê derbeyên giran xwarin. Êdî şerê li deriyê ketina bajarê derbasî taxên di nava bajar bû. Di nav demeke kurt de (12 roj), şervanan gihan Sûra kevin a Reqayê, her wiha taxên El-Meşleb, Sebahiya û Sîna (xetên yekemîn ên parastina çeteyan) rizgar kirin. Piştre şervanan derbasî taxên El-Betanî ya dikev rojhilatê bajêr û taxa Berîd û Qadisiyê yê rojava bûn.

Çeteyan neçar man tektîka şer bide guhertin

Çeteyên DAIŞ‘ê ku li hember berxwedaniya şervanan derbeyên mezin xwarin û xetên wê yên parastinê têk çûn, êdî tektîka şer da guhartin. Di vê çarçoveyê de giraniya berxwedaniya xwe spart sekvanan, pêkanîna êrîşên xwekujî, derbasbûna bi riya tunelan e. sivîl ji wekî mertalên zindî ji bo parastina xwe bi kar di anîn.REQA-KEFXWESIYA-SERVANAN-JIBO-RIZGARKIRINE1-4-300x225

Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan hatin avakirin

QSD‘ê bi armanca ku ew sivîlên ku çeteyên DAIŞ‘ê wan wekî mertalên zindî bi kar di anîn, rizgar bikin tîmên taybet ên rizgarkirnia sivîlan ava bikin. Di nava 24 rojên pêngavê de, 18 hezar sivîl rizgar kirin û ew birin herêmên bi ewle yên di bin kontrola QSD‘ê de û pêwîstiyên wan ê serkeke bi cih anîn.

Hêzên Sûriyeye Demokratîk di 25‘ê hizêranê de, taxa El-Qadisiyê ya dikeve başûr û rojavayê bajarê ku wekî xeta parastinê ya DAIŞ‘ê dihat naskirin, rizgar kirin.

Di 29‘ê QSD‘ê piştî rizgarkirina taxên El-Meşleb, Sînaa, Betanî ya rojhilat, Sebahiya, Romanî û Qadisiyê, berê xwe da taxên Hetîn, Yermûk û Nehda yên rojavayê bajêr, li van deveran şerê giran rû dan, çeteyan li hember berxwedaniya şervanan derberyên giran xwarin. Di 40 rojên destpêkê yên pêngavê çeteyên DAIŞ‘ê gelek nuqteyên statîjîk wenda kirin.

Şervanên QSD‘ê di dîroka 3‘ê Tîrhmehê de xwe gihandin Sûra Reqayê ya kevin. Şervanan ji bo parastina vê kevneşopiya dîrok pêngaveke cuda da destpêkirin û bêyî ku çekên giran bi kar bînin ji sedî 75 Sûr rizgar kirin.

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi pêşnegiya fermandar Denîz Şengal di 3‘ê Tîrmehê de, beşdarî pêngavê bû. YJŞ‘ê bi armanca ku jinên Êzidî ên hatine revandin rizgar bike, her wiha ji bo tola Fermana Şengalê ji DAIŞ‘ê rake di vê pêngavê de cih gir.

Hêzên Sûriyeye Demokratîk di 1‘ê îlona heman salê de, taxa Reqaya Kevin a rojhilatê bajêr a stratîjîk û taxa Diriyê yê rojavayê bajêr ku ev çeteyên DAIŞ veguherandibûn cihekî leşkerî û nedihiştin sivîl derbasî taxê bibin.

Di 3 mehê pêngavê de, Hêzên Sûriyeye Demokratîk ji sedî 60 ferehiya bajêr rizgar kir û çete di sûka navendî û stadyoma Beledî dorpêç kirin.REQA-REWSA-SER-1-300x200

Di destpêka cotmehê, QSD‘ê pirnaiya bajarê rizgar kirin, her wiha çete li gelek nuqteyên bajêr wekî stadyuma Beledî, taxa Nehda, nexweşxaneya El-Wetenî, parka Harûn El-Reşîd xistin çemberê. Çeteyan li van taxan xwe di nava sivîlan de vedişartin û ew dibirin taxên nava bajarê. Li ser vê yekê QSD‘ê li van deveran bi baldarî tevdigeriyan.

Şervanên QSD‘ê di 10‘ê cotmehê de li taxa El-Nehda, derdora nexweşxaneya El-Wetenî û parka Harûn El-Reşîd dest bi opersyona rizgarkirinê kirin, di vir tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên girêdayî YPG‘ê ketin hereketê û hejmareke mezin sivîl rizgar kirin.

Di 4 mehên pêngavê de, Hêzên Sûriyeye Demokratîk serkeftinên mezin bi dest xistin û ji sedî 90 ferehiya bajêr rizgar kirin. Di 4 mehan de, taxa El-Remliya, Suker, Hîşam Bin Ebdulmelik, Nezle Şehade, El-Meşleb, El-Refqa, El-Beyatira (Sekne û El-Heramiya), El-Mihedî, El-Mensûra, Romaniya, El-Sebahiya, Diîye, Iskan, El-Henî, Bab Bexda, Teyar, Kehreba, El-Bewasriya, Mizgefta Kevin, El-Betanî (El-Berazî) û El-Nehda hatin rizgarkirin. Her wiha çeteyên DAIŞ‘ê li taxên Ekrad, Metar, Berîd (Huriya), Sexanê, El-Bedû, El-Enedlus û Methene hatin dorpêçkirin.

Her pêşveçûnên şervanan di nava bajar de berdewam kir. di navbera 10‘ê cotmehê heya 15‘ê zêdetirî 400 çeteyên DAIŞ‘ê xwe radestî Hêzên Sûriyeye Demokratîk kirin.

Pêngava dawî ya Ednan Ebû EmcedREQA-ŞERVANEN-QSD-IRO-JI-DI-DEHAN-SIVIL-RZGAR-KIEN-3-300x169

QSD‘ê bi destwerdana rûspiyên Reqayê bi sedan sivîl ji bajêr hatin derxistin, her wiha zêdeyî 275 çete xwe radestî QSD‘ê kirin, lê çeteyên biyanî xwe teslîm nekirin.

Di 15‘ê cotmehê de, Hêzên Sûriyeye Demokratîk bi daxuyaniyekê pêngava Şehîd Ednan Ebû Emced ku hebûna çeteyên terorist a DAIŞ’ê di nava bvajar de hedef bigirin ragihand û got: “Pêngava Şehîd Ednan Ebû Emced yê dawiye û dê heta paqijkirina tevahiya bajarê Reqayê ji teroristên ku qebûl ne kirin xwe radestî me bikin, dewam bike. Di nava wan teroristan de yên biyanî hene û israr kirin ku şerê li dijî hêzên me yên qehreman bidomînin.”REQA-WARIYE-ŞHIDA-5-300x200

Di çarçoveya vê pêngavê de di encma berxwedaniyeke bê hempa di 16‘ê cotmehê taxa El-Endelus, Metar, Ekrad û Methne hatin rizgarkirin, di saetên ber êvarî de, taxa El-Bedû, Sexanî, çerxeriya El-Edle û Meîm ji çeteyan hatin rizgarkirin.

Di encama berxwedana şervanan de di roja 17’ê cotehê de şervanan tevahiya bajarê Reqayê ji çeteyan rizgar kirin.

Sibe: Rizgarkirina Reqayê, rê li ber avakirina Sûriyeye Federal vedike

(bb)

ANHA