Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rizgarkirina Reqayê gava yekem a ber bi avakirina Sûriyeya Federal ve ye-4

DOSYA

Rêveberiya Sivîl, sîstema federal ku federalî ji bo tevahiya Sûriyeye ava dike

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi rizgarkirina bajarê Reqayê ango bi navê xwe yê dîrokî “Bajarê El-Reşîd” ji hêzên tarî, bingeha yekemîn a ber bi Sûriyeya federal ava dibe. Ev sîstem dê bibe mînake demokratîkbûyînê û jiyana hevbeş li Rojhilata Navîn.

Yek ji bajarên stratîjîk ên Sûriye, bajarê Reqa ye. Reqa dikeve rojhilatê Sûriyeye, li rex çemê Firatê ye, Reqa rojhilat û rojavayê Sûriye bi heve dide girêdan.

Li vî bajarî pêkhateyên cuda dijîn, ev yek cûdahiyeke çandî û civakî pêş xist. pêkhateyên vê herêmê di her qonaxên dîrokî de, bi aştî û aramî jiyan dikirin.

Rêjîma Sûriye her çiqas hewl da di navbera pêkhatyên wê de tevliheviyan derbixîne, lê hewldanên wê negihaştin serî. Di Newroza 2010‘an de xwest vê yekê bike, lê bi ser neket. Ji ber xwezaya jiyana hevbeş a pêkhateyên vê herêmê ji beriya hezarên salan ve zindî ye û asta zanebûnê ya civaka vê herêmê li hember pîlanên rêjîmê bi hêztir e.

Yekem bajar rêjîma navendî red kirDOSIYA-MECLISA-SIVIL-YA-REQQA-40436227--1-620x364

Bajarê Reqayê di pêvajoya şoreşa Sûriye de yekem bajarê ji rêjîmê hat rizgarkirin. Ev yek nîşan dide ku ev bajar ê yekemîn e ku rêjîma navendî ya 40 salan qebûl nekir û li hember wî rabû serhildanan. Her wiha desthilatdariya opozisyona Sûriye ya çekdarî û rêxistina El-Qayîde û herî dawî çeteyên DAIŞ‘ê red kir.

DAIŞ di dema ku ev der dagir kiribûn, hemû pîlanên xwe li vir amade dikirin û vir kiribûn paytexta xîlafetê.

Kiryarên ku çeteyên DAIŞ‘ê li hember şêniyên Reqayê bi kar di anîn, rastî nerazîbûnê civakê dihat, lê ji ber nerêxistinbûyîna civakê û avakirina hêzeke leşkerî ji bo parastina bajêr nedikar li hember kiryarên DAIŞ bibûya bersiv. Li ser vê yekê şêniyên herêmê banga rizgarkirinê li Hêzên Sûriyeye Demokratîk kirin. Rûspiyên herêmê bi QSD‘ê re ketin nava têkiliyan da ku şêniyên herêmê ji hovîtiya çeteyan rizgar bikin. Li aliyekî din û bi armanca xwe bi rêxistina bikin, Meclîsa Sivîl a Reqayê ava kirin.

Gelê Reqayê çarenûsa xwe diyar kirREQQA-KONGIRA-MECLISA-SIVIL6-620x364

Şêniyên herêmê, di 18‘ê nîsanê bi dirûşmeya “Biratiya gelaln, jiyana hevbeş misogeriya neteweya demokratîk e” Meclîsa Sivîl a Reqayê ava kir.

Pêngava rizgarkirina Reqa ji çeteyên DAIŞ‘ê û avakirina Rêveberiya Sivîl a bajarê qonaxeke dîrokî ber bi peydakirina çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeye ye. Pêkanîna sîstema federal li Reqayê wê karibe mîrasê dîrokî yê madî û manewî bi parêze, her wiha dê rê li pêşiya pîlanên hedefgirtina yekîtiya pêkhateyên herêmê bigre.

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeye Hediya Yûsif dibêje ku giringiya stratejîk û dîrokî ya bajarê Reqayê, dihêle ku bibe destpêka federaliyê li Sûriyê.

Hediya Yûsif dibêje ku rizgrkirina Reqayê dê hefsengiyên siyasî û stratîj ên cîhanê bide guhertin û qonaxeke siyasî ji bo peydakirina aloziya Sûriyeye pêş bixîne.

Hediya Yûsif  her wiha destnîşan dike ku bajarê Reqayê di pêşxistina sîstema federal a Bakurê Sûriyeye, her wiha pêkanîna wê li herêmên din ên Sûriye ye xwedî girîngiyeke mezin e. Heger Reqayê beşdarî federaliyê bibe dê gavek din ber pêkanîna vê projeyê li tevahî Sûriyeye were avêtin. Hediya Yûsif diyar kir ku hemû pêkhateyên herêmê biryara girtine ku piştî rizgarkirinê ew ê sîstmeke federaliyeke biçûk ava bikin û got: “Rizgarkirina Reqayê gava yekem a ber bi avakirina federaliya demokratîk a bakurê Sûriyeye ve ye”REQQA-KONGIRA-MECLISA-SIVIL1-620x364

Hevserokê Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeye Senherîb Bersûm anî ziman ku li pêşiya Meclîsa Sivîl a Reqayê berpirsyariyên mezin hene. Gelê vê herêmê bi xwe biryara sîstema xwe ya siyasî û rêxistina digirin, ew azad in beşdarî fedraliyê bibin an na.

Senherîb Bersûm got: “Em dibînin ku sîstema pêşeroja Sûriyeye, gereke federalî be. Em dixwazin ev sîstem li tevahî Sûriyeye were pêkanîn. Heger em geşedanan şîrove bikin, em dibînin ku şêniyên Reqayê sîstema navendî qebûl nakin. Ji xwe biryara dawî li gelê wê vedigere. Rêveberiya Sivîl dê fedraliya pêşeroja Sûriyeye pêş bixîne. Federaliya Reqayê wê bibe gava yekemî a ber tesbîtkirina federaliyê li tevahî Sûriyeye. Ji ber ku federal daxwaza hemû gelên azadxwaz e û modêla demokratîk û şareza ye ku mafê hemû gelan misoger dike ye. “REQQA-HEVSEROKATIYA-MECLISA-SIVIL-1-620x364

Bersûm dibêje ku modêla federaliyê”daxwazekî gelekî ye, ne daxwaza partî yan beşekî civakî ye. Çêdibe ku ev sîstem li her herêmeke rizgarkirî pêk were. Çi herêmek ji DAIŞ rizgar bike gerek bi xwe xwe di sîstema Rêveberiya Sivîl bi rêxistina bike. Rêveberiya Sivîl jî sîstema federal pêş dixe û mafên hemû pêkhateyan misoger dike.”

Senherîb Bersûm dibêje ku Meclîsa Sivîl a Reqayê dikare pêşeroja bajar bi afirîne û dê vê siyasetê bi herêmên din ên rizgarkirî yên Sûriyeye rêz bike û Sûriyeye federal pirreng ava bike.

Sibe: hevpeyvîn bi Hevserokê Meclîsa Sûriyeye Demokratîk Riyad Derar

(bb)

ANHA

REQA-AMADEKARI-JI-BO-REQQA-159515137--300x199 HISEN-EL-RASID-620x364