Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rizgarkirina Reqayê, gava yekem a ber bi avakirina Sûriyeya Federal ye ve-2

DOSYA

Dîmen: Rizgarkirina Reqayê, gava yekem a ber bi avakirina Sûriyeya Federale-2

EKREM BEREKAT

Pêngavên rizgarkirinê

NAVENDA NÛÇEYNA– Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di nava 6 mehên pêngavên rizgarkirina Reqayê de, derberiyên mezin li çeteyên DAIŞ‘ê xistin û piraniya erdîngariya bajar ji çeteyan rizgar kirin.

Em di vê dosyayê de, balê bikşînin ser pêngavên rizgarkirinê û pêşveçûnên şervanên QSD‘ê.

Hêzên QSD ku ji hejmareke komên şoreşgerî yên Rojava û Bakurê Sûriyê pêk tê, di 10‘ê cotmeha 2015‘an de hate avakirin û di 15‘ê mehan de bi kongreyeke çapemeniyê ku li bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê pêk hate, bi awayekî fermî hate ragihandin. QSD‘ê bi armanca ku aloziya Sûriyê bi tunekirina terora DAIŞ‘ê bi dawî dibe, hatiye avakirin.

Komên ku cihê xwe di nav vê hêzê de digire ev in:

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Burkan El-Furat, Meclîsa Leşlerî ya Suryan, Siwar El-Reqa, Şemis El-Şemal, Lîwa El-Selaciqa, Hêzên Senadîd, Tecemui Elwiyet El-Cezîra (Kombûna Tûgeyên Cizîrê), Cebhet El-Ekrad û Ceyş El-Siwar.

Hêzên Sûriyeye Demokratîk di çarçoveya pêkanîna armacnên xwe yên rizgarkirina xaka Sûriye de ji terorê, hemleyên rizgarkirina danbû destpêkirin, ji hemleyên QSD‘ê di 31‘ê cotmeha 2015‘an de Hemleya Rizgarkirina gundewarê başûrê kantona Kobanê, di 23‘ê kanûnê de hemleya rizgarkirina herêma Tişrîn a di navbera bajaroka Sirîn û bendava Tişrîn, hemleya rizgarkirnia navçeya Şedadê û başûrê Hesekê 16‘ê sibata 2016‘an, di 27‘ê sibata 2016‘an hemleya Tolhildana Êlen û Cûdî ya rizgarkirina herêma Girê Spî. Hemleyên QSD‘ê yên li dijî DAIŞ‘ê bi serkefetî derbasbûn û fireheyek mezin ji xaka Sûriye ji çeteyên DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin û bi hezaran sivîl ji zulama DAIŞ‘ê azad bûn. Pişît van serkeftinan tevlîbûna nava refên vî hêzê zêde bû, heya niha zêde dibe.

Piştî demek kurt gelek, komên din cihê xwe di nav vê hêzê de girt û di bin banê QSD‘ê de tevdigerin, ji wan; Lîwa El-Meham El-Xasa (Tûgeya Erkên Taybet), Lîwa El-Qaiqai, Lîwa Eyn Calût, Hêzên Eşîreyên Heleb, Tûgeya Şehîdên Cezayê, Lîwa Şehîdên Til Hemîs, Tûgeya Şehîdên Til Birak, Tûgeya Şehîdên Gir Hok, Tûgeya Şehîdên Mebrûka, Tûgeya Şehîdên Hesekê, Tûgeya Şehîdên Rawiya, Kombûna Lîwayên Firatê, Tabûra Kombûna Firat Cerablus, Tabûra Ehrar Cerablus, Tabûra Şehîdên Firatê, Tabûra Şehîdn Bendavê, Tûgeya Rizgariyê, Tûgeya Şemis Şemal, Cebhet Siwar Reqa, Meclîsa Leşkerî ya Dêrazaro û Meclîsa Leşekerî ya Minbic.

Li ser daxwaza şêniyên herêma Reqayê, QSD’ê di 6‘ê mijdara 2016‘an bi navê ” Xezeba Firatê” hemleya rizgarkirinê da destpêkirin. QSD‘ê bang li Hêzên navdewletî kir ku beşdarî şerê li dijî teorê bibin, her wiha daxwaz ji rêxistinên mirovî û alîkariyê kir ku erka xwe ya li beramberî şêniyên Reqayê pêk bînin.

Destpêka hemleyê

Hemleya Xezeba Firatê bi beşdarbûna 9 hezên di bin banê QSD‘ê de; Tîwa Siqûr Reqa, Lîwa El-Tehrîr (Tûgeya Rizgariyê), YPG, YPJ, Tabûra Şehîdên Hemam Tirkumen, Lîwa Ehrar Reqa, Lîwa Siwar Til Ebyed ( Tûgeya Şoreşgerên Girê Spî), Meclîsa Leşkerî ya Suryan ji du baskan ve dest pê kir.

Piştî çend seatên ji îlankirina pêngavê, şervanên Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) ji du baskan ketin tevgerê û ber bi pargehên çeteyên DAIŞ‘ê yên gundewarê bakurê Reqayê pêşde çûn. Ji Baskê yekem ê Silûk şervanan 10 km pêşde çûn, baskê duyemîn ji bajaroka Eyn Îsayê 10 km pêş ketin.

Şervanên QSD, di serî de YPJ‘ê bi moralekî bilind û rihê tolhildana ji komkujiyên çeteyên DAIŞ‘ê yên li hember êzidiyên Şengalê tevdigeriyan. Şervanan di nava 8 rojan de, firehiya 550 km2, di nav de 34 gund û 31 mezre, girê û navendên stratîjîk ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin, her wiha 167 çete hatin kuştin, 12 erebeyên bombebarakirî hatin teqandin. Di çarçoveya hemleyê de 8 sivîl hatin rizgarkirin.

Her wiha di encamên pêngavê ku heya 10‘ê kanûna 2016‘an de,  ferehiya 700 km2 , bi dehan gund, hejmarek bajarok, riyên stratîjîk, 7 girên stratîjîk ( Girê Şêx Hesen, Sewan, Minbetih, Şahîn, El-Mifeşeş, Ricêlî û girê gundê El-Hayis) hatin rizgkirin û bargehên DAIŞ ên li gundewarê bakurê Reqayê hatin hilweşandin.

Şervanên QSD‘ê karîbûn, bi hezaran sivîl rizgar bikin û cihên bi ewle ji wan re peyda bike û kerîdorên ewlekariyê vekirin.

Pêveçûnên pêngava duyemîn

Hêzên Sûriyeye Demokratîk di 10‘ê kanûna 2016‘an de bi riya kongreyek çapemeniyê ku li gundê Şabdax yê girêdayî bajaroka Silûkê yê 30 km dikeve başûrê rojhilatê Girê Spî pêk hatibû, pêngava duyemîn a hemleyê da destpêkirin. Armanca ji pêngava duyemîn a hemleyê, rizgarkirina tevahî gundewarê rojayê Reqayê û dorpêçkirina bajar e.

Di roja duyemîn a pêngavê de ango 11‘ê kanûna 2016‘an de baskên Eyn Îsa û Qadiriyê li gundê Kermanco gihaştin hev, di encamê de, 45 gund û 20 mezre hatin dorpêçkirin.

QSD‘ê di pêngavê duyemîn de, berfirh bû, gelek hêzên din beşdarî vê hêzê bûn, ji wan; Meclîsa Leşkerî ya Dêrazor, Qiwat El-Nuxbe û Tûgeya Şoreşgerên Reqayê, her wiha ji pêkhateyên ereb ên Reqayê û gundên wê hezar û 500 piştî perwerdeyê tevlî nava QSD‘ê bûn, li aliyekî din Hêzên Koalîsyona navnetewî jî destek da QSD‘ê.

Fermandariya Giştî ya QSD‘ê di kanûna 2016‘an de bi daxuyaniyekê ragihand ku pêşdeçûnên hemleya bi kordîneya Koalîsyona Navnetewî wê bi bandor û bi encam be. Her wiha dixuyaniyê de bang li sivîlan kirin ku ji nûqteyên DAIŞ‘ê dûr bikevin û beriya xwe bighînên hêzên wan tedbîrên pêwîst bigirin.

Di bîlançoya 10 rojan a pêngava duyemîn a hemleyê 97 gund, bi dehan mezre, hejmarek girên stratîjîk rizgar kirin. Di vê pêngavaê de ferehiya herêmên rizgarkirî gihaşt hezar û 300 km2. Di 20‘ê kanûnê de navçeya Cirniyê ku 75 gund girêdayî wê ne û derdora 3 hezar kes lê jiyan dikin rizgar kirin û di 20‘ê kanûna 2017‘an de  bajaroka Mehmûdiyê ya stratîjîk jî hat rizgarkirin.

Di 6‘ê çileya 2017‘an de  piştî şerê bi rojan keleha Caber a dikeve rojhilatê çemê Firatê rizgar bû.

Serkeftinên ku QSD‘ê di vê merheleyê de bi dest xistin, ket rojeva tevahî cîhanê. Bandora herî mezin a hemleyê li ser rûspiyên herêmê kir.

Di 4‘ê sibatê de, kongereyeke çapemeniyê li gundê Şabdax ê dikeve rojhilatê Girê Spî ji aliyê eşîreyên ereb ên herêma Reqayê ve hat lidarxistin. Di kongrê de eşîreyan bang li hemû beşên civaka Rewayê kirin û piştgiriyê bidin QSD‘ê.

Di encama giştî ya pêngava duyemîn a hemleyê de, Hêzên Sûriyeye Demokratîk serkeftinên mezin bi dest xisitin. Di vê çarçoveyê de, firehiya 2 hezar û 480 km2, di nav de 196 gund, keleha dîrokî ya Cabir û hejmarek navçeyên û deverên stratîjîk ji çeteyan hatin rizgarkirin. Her wiha 620 çete hatin kuştin û 18 çeteyên din jî ketin destê şervanan. Bi vê yekê firehiya ku ji destpêka hemleyê hate rizgarkirin 3 hezar û 200 km2, di nav de 236 gund û bi dehan mezre û girên stratîjîk hatin rizgarkirin.

Pêngava sêyemîn, şikandina hêza çeteyan

Piştî serkeftinên pêngava yekem û duyem, QSD‘ê nêzî navenda bajar bû. Di 4‘ê sibatê de, bi daxuyaniyeke çapemeniyê bidawîbûna pêngava duyemîn û destpêkirina qonaxa sêyemîn a rizgarkirina gundewarê bakurê Dêrazor û  gundewarê rojhilatê ragihand.

Pêngava sêyemîn a hemleyê ji du baskan ve, baskê gundê Bîr El-Hîba yê dikeve rojhilatê Reqayê û baskkê Ebû Xeşeb ê bakurê Dêrazor dest pê kir.

Baskê gundê Bîr Hîba ber bi başûr ve pêş de çû, şervanên baskê Ebû Xeşeb bi aliyê başûr û rojhilat, herêmên di navbera Hesekê û Reqa pêş de çûn.

Di 16‘ê sibatê de baskê sêyemîn ê pêngavê ji gundê Mekmen ve dest pê kir û ber bi rojhilatê bajêrê Reqayê de pêş de çûn.

Hêzên Sûriyeye Demokratîk di 1‘ê Adarê de ji ber rewşa hawayê  pêşveçûnên hemleyê 5 rojan da rawestandin û di 26‘ê Adarê de baskê gundê Bîr El-Hîba û baskê Ebû Xeşeb li gundê Kerama yê 20 km dikeve rojhilatê Reqayê giyan hev, li vir pêngava sêyemîn bi rizgkirina vê bajarokî bi dawî bû.

Encamên pêngava sêyemîn a hemleyê

Hêzên Sûriyeye Demokratîk di çarçoveya pêngava sêyemên a hemleyê de, li baskê Bîr El-Hhîbayê ferehiya 540 km2, di nav de bajaroka El-Kerama ku wekî navendeke stratîjîk a DAIŞ‘ê dihat naskirin hate rizgarkirin. Li baskê Ebû Xeşeb jî hezar û 100 km2 hate rizgarkirin. Tîmên taybet ên rakirina mayînan piştî rizgarkirinê operasyonên lêgerîn û paqijkirina herêmê ji bermahiyên çeteyên da bû destpêkirin û herêm hatin paqijkirin û sivîl vegeriyan warê xwe, her wiha 272 çete hatin kuştin û termên 67 din jî ket destê şervanan.

Di pêngava sêyemîn de, Hêzên Sûriyeye Demokratîk di 22‘ê Adarê de bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navnetewî operasyona daketina hewayî pêk anî. QSD‘ê di 26‘ê Adarê de balafirgeha Leşkerî ya Tebqayê rizgar kirin. Bi vê yekê ji sedî 60 bendava Firatê û gundên Tirêkiyê, Ayid û Sefsafa yên derdora Tebqayê hatin rizgarkirin.

Pêngava çaremîn, dorpêçkirina bajar

Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di 13‘ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê pêngava çaremîn a hemleyê a paqijkirina gundewarê bakur, geliya Celab, her wiha dorpêçkirina bajêr ragihand û bang li şêniyên herêmê kirin ku ji nûqteyên DAIŞ‘ê dûr bikevin, ji ber ku çeteyan wan wekî mertalên zindî bi kar di anîn.

Pêngava çaremîn ji yên din cudatir e, armanca jê ew bû ku çeteyên DAIŞ di bajar de werin dorpêçkirin.

Pêngava çaremîn ji eniya rojhilat, rojava û başûr dest pê kir.

Pêşveçûnên şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ber bajêr ve berdewam kir. Pêngav ji ber rewşa hewayî ji 25‘ê nîsan û 10‘ê gu1anê hate sekinandin. Di 1‘ê gulanê de pêngav carek din berdewam kir.

Piştî îlankirina hemleyê careke din, Hêzên Sûriyeye Demokratîk bajarê Tebqa û Bendava Firatê bi temamî ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.

Pêngav ji bajarê Tebqa ber bi bajarê Mensûra yê rojhilatê Tebqayê ve pêş de çû, Di vê çarçoveyê de di 3‘ê hizêranê de bajaroka El-Mensûra û bendava Hûriya hatin rizgarkirin.

Pêşveçûnên Hêzên Sûriyeye Demokraîtk ber bi bajarê Reqayê berdewam kir. Şervanên QSD‘ê di destpêka meha hizêranê de gihan ketina bajêr û di 6 mehê de bi daxuyaniyekê bi dawîbûna pêngava çaremîn ragihand û pêngava “Cenga Mezina rizgarkirina tevahî bajarê ji çeteyên DAIŞ‘ê ” ragihand. Pêngava ji du aliyan (rojava û rojhilat) ve dest pê kir. Hêzên ku beşdarî Cenga Mezin bûne: “Hêzên beşdarî vê cenga dîrokî bûne ev in: YPG, YPJ, Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El-Siwar), Cebhet El-Ekrad, Lîwa El-Şemal El-Dîmoqratî, Hêzên Eşîran, Tugaya Mexawîr Humis, Siqûr El-Reqqa, Lîwa El-Tehrîr, Tugaya El-Selaciq, Hêzên Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Meclîsa Leşkerî ya Minbic, Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zor, Hêzên Erka Xweparstinê û Hêzên Nuxbe.

Ev şer bi piştgiriyeke mezin ji Meclîsa Sivîl a Reqqayê, Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), mezinên eşîran û rûspiyên herêmê û bi alîkariya gelê me yê li herêmê pêk hat.

QSD‘ê diyar kir ” îradeya me hîn xurtir kir û israra me ya tekoşînê ya li hember terorîzmê hîn zêdetir kir. Şehîdên Qereçox ji me re bûn meşale. Em ê xwedî li bîranîna wan derbikevin û serkeftina cenga mezin diyarî ruhê wan pakrewanan bikin. “

Sibe..Hemleya rizgarkirina bajar

(bb)

ANHA