Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rizgarkirina sivîlên Reqayê ji aliyê QSD`ê ve didome

Dîmen

REQA – Tîmên  taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê li taxa Nezlit Şehadê ya Reqayê, 20 sivîlên din   ji nava pencên çeteyên DAIŞ`ê rizgar, kirin.

Şervanên QSD`ê ku roj bi roj di hundir bajarê Reqayê de bi pêşve diçin, derbeyên giran li çeteyên hov dixin. Li rex pêşveçûyînê, şervanên QSD`ê rizgarkirina sivîlan wekî erkekî sereke dibînin û di oxira rizgarkirina sivîlan, heta niha bi dehan şervanên  QSD`ê gihîştin asta şehadetê.REQQA-RIZGARKIRNA-SIVILAN ‫(199885314)‬ ‫‬

di çarçoveya rizgarkirina sivîlan de, îro tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên  QSD`ê, li aliyê başûr ê taxa Nezlit Şehadê ya eniya başûr ê Reqayê, 20 sivîlên din  ji çeteyên  DAIŞ`ê rizgar kirin.

Tîmên taybet sivîlên ku rizgarkirin, ew gihandin cihên bi ewle.

Pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqayê ku 6`ê Hizêrana 2017`an de destpêkiribû, di roja 69`an de bi hemû  leza xwe dewam dike.

(kc)

ANHA