Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Roj bi roj beşdarbûna nava Erka Xweparastinê zêde dibe

Dîmen

QAMIŞLO – Li Akademiya Şehîd Nîdal a Erka Xweparastinê ya herêma Cizîrê, dewreya ʺŞehîdên Bagera Cizîrêʺbi dawî bû û di heman demê de jî li heman akademiyê dewreyeke nû ji ciwanên Dêrazor û navçeyên Şehadê  û Holê hate vekirin.QAMISLO-DAWIKIRNA-DEWREYE (2)

Piştî rizgarkirina herêmên nû ji aliyê şervanên QSD`ê ve, şêniyên wê herêmê da ku parastina herêmê xwe bikin tevlî Erka Xweparastinê û QSD`ê dibin.

Di vê çaroveyê de, li Akademiya Şehîd Nîdal Yûsif a Erka Xweparastinê ya herêma Cizîrê dewreya ʺŞehîdên Bagera Cizîrêʺ a ku 600 şervan beşdarî bibû bi dawî bû. Di heman demê de 200 ciwanên din ji Dêrazor, Şehadê û Holê li heman akademiyê beşdarî Erka Xweparatinê  bûn.

Di merasîma dawîkirina  dewreyê û destpêkirina dewreyeke nû de, Serokê Desteya Derve Ebdullkerîm Umer, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdullkerîm Sarûxan, Seroka  Desteya Darayî Remziye  Mihemed, Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber Hisên Ezam, rewşenbîrên Cizîrê û fermandarên Erka Xweparastinê amade bûn.QAMISLO-DAWIKIRNA-DEWREYE (3)

Merasîm bi toraneke leşkerî hate destpêkirin. Paşê, şervanan bi zimanê kurdî û erebî sond xwarin. Paşê, Hisên Ezam bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk spasiya hemû şervanan kir û got ku  ew hewl didin gel bi rêya Erka Xweparastinê xwe bi xwe biparêze.

Ezam di dawiya axafitna xwe de serkeftin ji şervanan re xwest.

(kc)

ANHA