Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Roja 5`an a meşa ciwanên Efrînê bidawî bû

EFRÎN– Ciwanên Efrînê dan zanîn ku sebira wan li hember tecrîda Ocalan nema ye û soza dewamkirina tekoşînê dan.EFRIN-RECO-DAWIYA-MESA-CIWANA-ROJA-PENCEMIN ‫(137626114)‬ ‫‬

Roja pêncemîn a meşa Yekîtiya Ciwanên Efrînê ku di çarçoveya hemleya “Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye” de tê lidarxistin, bi dawî bû.

Meş vê sibehê ji bajarê Raco dest pê kir û ciwanên alên Yekîtiya Ciwanên Rojava û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, hilda bûn.

Meşvan di nava kolanên sereke yên bajar Raco de geriyan, piştre di gundên Keyla, Zifinkê, Eşon, Qota, Bîbeka, Eblo re derbas bûn û berê xwe dan gundê Kotena ya naçeya Bilibilê.BOTAN ENDOQ

Di bêhinvendan de ciwanan dîlan gerandin û li gundê Zerga jî şandeyek ji Meclîsa Malbatên Şehîdan beşdarî meşê bû.

Meş pişt qutkirina 18 Km li gundê Kotena rawestiya û ciwan ji aliyê gel ve bi tilîlî û siloganan ve hatin, pêşwazîkirin.

Li wir ciwanan deqeyek rêzgirtinê girtin, pişt re Rêveberê Yekîtiya Ciwanên Rojava li herêma Raco Botan Endoq axivî  û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û da zanîn ku ew li ser azadkirina Ocalan bi îsrar in û sebira wan li hember tecrîda Ocalan nema ye.

Tê payîn ku meş di roja şeşemîn de berê xwe bide Çiyayê Gir, cihê ku wêneya herî mezin yê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li Efrînê hatiye danîn.

(nse)

ANHA