Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Roja Cîhanî ya Astengdaran hate pîrozkirin

QAMIŞLO –Desteya Jin a kantona Cizîrê bi dirûşmeya “Dest bi dest em astengiyan derbas bikin” şahiyeke li dar xist.QAMISLO-SAHI-JIN (2)

Şahî bi boneya roja cîhanî ya astengdaran li stadyona girtî ya bajarê Qamişlo hate li darxistin. Di şahiyê de Hevseroka Kantona Cizîrê, Seroka Desteya Jin a Kantona Cizîrê Emîna Umer, zarok û malbatên navenda Cîhana Zarokan û bi dehan zarokên bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Seroka Desteya Jinê Emîna Umer axaftina destpêkê kir û bi xêrhatina beşdar kir. Emîna Umer girînaiya vê rojê pênase kir.

Di pîrozbahiyê de, endamên navenda Cîhana Zarokan tabloyeke dîlanan bi navê ” Tu bû” û şanoya Leyal û Gur pêşkêş kirin.

Koma Bajarê Ciwanan a Stranan, diyarî zarokên astengdar stran.

(bb)

ANHA