Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Roja Kobanê encama berxwedaneke mezin bû’

ZANA SÎDÎ

KOBANÊ – Endamê Meclîsa PYD’ê Idrîs Nesan diyar kir ku Roja Kobanê ya Cîhanê  encama berxwedan û îradeya gelê kurd e û got ku serkeftina Kobanê pîlanên hêzên piştgiriya çeteyan dikin vala hatin derxistin.

Endamê Meclîsa PYD’ê Idrîs Nesan têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê ji ANHA’yê re axivî. Nesan got ku berxwedana Kobanê gelek pîlanên dijber ku li dijî gelê herêmê dihatin meşandin vala derxistin û serkeftina Kobanê gaveke mezin a di şerê DAIŞ’ê de bû. NEsan da zanîn ku bexwedana Kobanê berxwedaneke dîrokî bû.

Endamê MEclîsa PYD’ê Idrîs Nasan têkildarî berxwedana Kobanê û Roja Kobanê ya Cîhanê pirsên ANHA’yê bersivandin.

*Ji ber çi 1’ê Mijdarê bû Roja Kobanê ya Cîhanê?

Komên çete yên DAIŞ’ê fêrî bibûn ku bi êrîşekê her deverê bixin bin destê xwe. Ev yek ji ber ku komên çete tirs û xof kiribûn nava dilê sivîlên herêmê de. Lê li Rojava û Kobanê bi taybet komên çete nikarîbûn armancên xwe pêk bînin. Li vir rastî berxwedaneke bê hempa hatin. Lê ji ber ku çeteyan dema bajarên mezin giritibûn, gelek çak û cebilxana ketibû destê wan, vê yekê gir ku êrîş dijwartir bibin.

Tevlî kêmbûna hejmara şervanan û tunebûna çekan jî berxwedana bê hempa hate nîşan dan. Ciwan ji hemû aliyê cîhanê hatin û telvî berxwedanê bûn. Ji ber ku DAIŞ’ê metirsîn li ser tevahiya Cîhanê çêkiribû, hemû cîhanê dema dît ku Kobanê ewqasî li ber xweda, roja Kobanê ya cîhaên ragîhandin.

*Berxwedana Kobanê çi bandor li dijberên gelê kurd û welatên piştgiriya terorê dikin, kir?

Dema berxwedana Kobanê dihate dayîn, hikûmeta AKP’ê temaşe dikir. Rojane daxuyanî didan û digotin, kobanê ha ket rojek maye bikve. Lê berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê Kobanê biser ket û bû sembola berxwedanê ya hemû cîhanê. Berxwedana Kobanê bandora xwe li ser hemû parçeyên Kurdistanê kir. Bi vê yekê li Bakurê Kurdistanê jî di hilbijartinan de serkeftinên mezin hatin bidestistin. Lê Erdgoan û partiya wî bi encaman lîst, her wiha dijbertiya xwe ya li ser gelê kurd zêde kir.

Bi berxwedana Kobanê Girê Spî û Mibic jî hatin rizgarkirin. Vê yekê Erdogan tirsand û ji ber wê dest bi êrîşan kir da ku xaka Rojava dagir bike. Erdogan naxwaze sîstema demokratîk û azadîxwaz li herêmê belav bibe. Ji ber ku serekftina wan têkçûna wî nîşan dide.

Ji ber vê em serkeftina Kobanê têkçûna Erdgoan û ên piştgiriya wî dikin.

*Berxwedana Kobanê çi bandor li têkiliyên dîplomasî yên kurd bi welatên cîran re pêk anîn?

Beriya berxwedana Kobanê tu aliyan guh li gelê kurd ne dikirin. Mafê kurdan ne dihat qebûlkirin. Lê berxwedana Kobanê ku bi sedan gelê kurd li dijî çeteyan liber xwe dan. Bi vê yekê cîhan neçar ma ku helwesta xwe ya li dijî gelê kurd bighere. Bi vê yekê êdî hêzên mezin kurd wekî şirîkên xwe qebûl kirin. Her wiha kurd wekî hêzên sereke hatin destnîşankirin û hate qebûlkirin ku kilîta çareserkirina doza kurdî di destê wan de ye.

*Hejmarek rêxistin û dewletan soz dan ku dê di jinûve avakirina Kobanê de alîkariyê bikin, ev li ser erdê çiqasê pêk hat?

Me piştî berxwedana Kobanê dît ku çawa bi hezaran kes li gelek welatan derektin û piştgiriya berxwedana Kobaên kirin. Gelek saziyên navdewletî û dewletan soz dan ku ew ê alîkariya avakirina Kobanê bikin. Lê mixabin sozê wan tenê li ser kaxeza man. Alîkarî ji saziyên Bakurê Kurdistanê hatin. Bi berxwedana gelê KObanê kobanê tê avakirin.

(dc)

ANHA