Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Roja yekem a konferansa Kevana Zêrîn bi dawî bû

QAMIŞLO – Yekemîn konferansa Kevana Zêrîn piştî niraxandina xebatên wê û xwendina peyamên pîrozbahiyê, bi dawî bû. QMS-DEWKIRIN-ROJA-YEKEM1 (2)

Piştî ku raporên xebatên Kevana Zêrîn ên herêmên Cizîrê, Efrîn û Firatê hatin xwendin, xebatên rêxistinî yên Kevana Zêrîn hatin nirxandin.

Di nîqaşan de hat zanîn ku hê gelek jin ji ber urf û adetên civakê astengiyan dibînin û nikarin beşdarî xebatên çand û hunerê bibin. Her wiha hat diyarkirin ku ji bo rizgarkirina civakê ji zihniyeta baviksalarî ya ku rê li pêşiya pêşxistina Kevana Zêrîn digire, divê civîn û dewreyên perwerdeyê bi awayekî berfirehtir bêne lidarxistin.

Beşdaran diyar kirin ku çand, nasnameya civakê û jinê ye. Her wiha hat destnîşankirin ku di warê nivîsandina şanoyên ku şoreşa jinê vedibêjin de, kêmasî heye.

Peymanên pîrozbahiya lidarxistina konferansê ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê, Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê, Komîteya Perwerdeyê û Buroya jinê ya PYD′ê ve hatin şandin.

Dê xebatên konferansê sibe bidomin.

(mm)

ANHA