Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Roja yekem a mihrîcana zarokan bi dawî bû

KOBANÊ – Roja yekem a mihrîcana Zarokan li herêma Firatê bi xelatkirina komên zarokan ên Kantona Girê Spî, bi dawî bû.

Îro li herêma Firatê yekem mihrîcana zarokan li ser asta herêmê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê bi beşdariya komên ji Kantonên Girê Spî, Kobanê û bajaroka Sirînê hat lidarxistin. V

Komên hunerî yên ″Şehîd Arîn, biratiya gelan, Şehîd Nûjîn, Şehîd Şîlan, Şehîd Mîtan a atengdaran″ yên stran û dîlanê beşdarî mihrîcanê bûn, her wiha şano jî hatin lidarxistin.

Roja yekem a mihrîcanê bi xelatkirina komên ji Kantona Girê Spî, bi dawî bû û dê sibe dom bike.

(mm)

ANHA