Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Roja yekemîn a meşa dirêj bi dewamkirina berxwedanê bi dawî bû

EFRÎN – Meşa dirêj di roja yekemîn de li gundê Basûta ya navçeya Şêrawa ya Herêma Federal a Efrînê bi soza bilindkirina tekoşîn û berxwedanê bi dawî bû.EFR-CINDIRESE-DAWIYA-MESA-CIWANAN ‫(1)‬

Di çarçoveya hemleya”Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye” şeva din, Yekîtiya Ciwanên Rojava meşeke dirêk ku wê 5 rojan dewam bike ji herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê dest pê kir. Meş gihişt gundê Basûta ya navçeya Şêrawa.

Meşvanan alên YCR û Yekîtiya Jinên Ciwan hilda bûn û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin û azadiya wî xwestin.

Derbarê mijarê de, yek ji ciwanên ku beşdarî meşê bûye Alan Osman da zanîn ku ew ê  tekoşîna xwe bilind bikin û wiha got:”Em niha li qadan in, da ku em ji her kesî re isbat bikin ku em dev ji axa bernadin’.

Her wiha  ciwana bi navê Gulîstan Mistefa tecrîda giran a li ser Ocalan şermezar kir. EFR-CINDIRESE-DAWIYA-MESA-CIWANAN ‫(179110403)‬ ‫‬

Piştî ku meşa dirêj gihişt qada EL-Nebê ya gundê Basûta, meşvan deqeyek rêzgirtinê rawestiyan. Paşê Endama rêveberiya YCR`ê li Herêma Cindirêsê Dilara Dijwar axivî û wiha pê de çû:”Ji ber ku azadiya Rêber APO azadiya me ye, em ji vê sibehê de ji Herêma Cindirêsê heta gundê Basûta meşiyan, lê dewletên Kapîtalîzim naxwezin Rêber APO azad bibe, pêwîst e em li hember van siyastan bi tekoşîn û israra xwe bisekin.”

Tê payîn ku ciwan wê meşa dirêj ber bi navenda Kantona Efrînê ya Herêma Fedral a Efrînê ve, dewam bikin.

(jo)

ANHA