Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Roja yekemîn a “sempozmeye”bi dawî bû

REQA – Çalakiyên roja yekemîn a Sempozyoma ‘Hunera li dijî şer’bi beşdarûbna şêxên eşîreyên herêmê bi dawî bû.REQA-CAND-5

Sempozyoma ‘Hunera li dijî şer’ bi destekdayîna Yekîneyên Parastina Gel wekî gaveke piştevaniya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokatîk  û ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava ve li bajarê Reqayê hatiye organîzekirin.

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê rêveberê çalakiyê û şêwekar Ferhad Xelîl ve hate kirin.REQA-CAND-8

Ferhad Xelîl bi xêrhatina beşdaran kirin û rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ‘ê pîroz kir û got ” QSD‘ê ji bo rizgarkirina bajar ji terora DAIŞ‘ê destanên berxwedanê nîşan da, vaya îro bi saya wan şervanan li çerxeriya El-Neîm ku çeteyan veguherandibûn a mirinê, kombûne.”

Çalakiya vê rojê, bi serdana pêkhateyên Suryan ji bo dêra Mar Cercis a nêzî Çerxeriya El-Neîm û belavkirina diyaran ji aliyê Papa Neol bi dawî bû.

(bb)

ANHA