Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Panorama 2016 – 4

Dîmen

Rojava; Stargeha bi ewle ya sedhezaran koçber.

NAZDAR EBDÎ – SÎPAN SILOpanorama-kocberiya-li-suriye-u-rojava-9

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojava stargeha bi ewle ku di nav kela agirî ya Sûriyê û Rojhilata Navîn de, di van salên aloz de 928 hezar û 125 hezar koçberên şer pêşwazî kirin û malovaniya wan kir.

Di nava pênc salên kirîza Sûriyeyê de, Rojavayê Kurdistanê bû cihê herî bi ewle ku şert û mercên jiyanê lê hatin peydakirin, lewra bi sed-hezaran kes ji Heleb, Reqqa, Şam, Siwêda, Heleb û gundewarên wan berê xwe dan wê.

Li gora agahiyên ji Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatin wergirtin heya destpêka sala 2016’an, derdora 800 hezar koçber derbasî hersê kantonên Rojava bûn. Ji vana 200 hezar li kantona Kobanê (Beriya êrîşên çeteyan), 290 hezar li Kantona Efrînê, 310 hezar jî li Kantona Cizîrê bi cih bûne. Beşek mezin ji koçberan li bajarên Rojava belav bûn, yên ku tu rêyên wan nebûn jî di kampan de man. Li hersê herêmên Rojava (Efrîn, Kobanê û Cizîrê ji van koçber û penaberan re 7 kamp hatin vekirin.

Niha di nav sala 2016’an de ev pêl çawa herikî, hijmara koçber û penaberan derket çi û rewşa wan a mirovî di çi astê de tê nirxandin. Vê beşa panoramaya 2016’an de me ji dosyaya koçberiya di hundir Sûriyê ya ber bi Rojava re, veqetand.

Sûriyê warê wêrankirî yê gelê koçbûyîpanorama-kocberiya-li-suriye-u-rojava-8

Li gorî agahiyên ji raporên Komîseriya Bilind a Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, Buroya Kordînekirina Karûbarên Mirovî û Rêxistina Navnetewî ya Koçberiyê hatin wergirtin, di nav sala 2016’an de, bi giştî 8.7 milyon kes neçarî koçberiya hundirê welat û 4.8 milyon kes jî neçarî koçberiya derveyî welat hatine kirin. Ji koçberên ku derketine derveyî welat:

* 2.7 milyon li Tirkye

* Zêdeyî milyonekê li Lubnan

* 655.675 li Urdun (bi qasî ji sedî 10 şêniyên Urdunê)

* 228.894 li Iraqêpanorama-kocberiya-li-suriye-u-rojava-10

* 115.204 jî li Misirê

Ji van li Urdunê ji sedî 93, li Lubnanê ji sedî 70, li Misirê ji sedî 56 û li Iraqê ji sedî 37 di bin xeta feqîrbûnê (belengaziyê) de dijîn.

Li hundir welat jî, Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûriyê 13.5 milyon kes dorpêçkirî ne û pêdiviya wan bi alîkariyê heye. her wiha rêjeya penaberên Sûrî ku bi ser Deryaya Spî re hewl dan xwe bigihînin Parzemîna Ewropayê derket ji sedî 26.2.

Free Syrian Army fighters exchange fire with regime forces in the Salah Al Din neighborhood of Aleppo, Aug. 22.

Free Syrian Army fighters exchange fire with regime forces in the Salah Al Din neighborhood of Aleppo, Aug. 22.

Dîsa li gora raporeke Rêxistina Navnetewî ya Koçberiyê di sala 2016’an de zêdeyî 5 hezar penaberên ku gelek ji wan Sûrî ne di deryaya Spî de xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan.

Wargeha koçberan; Rojava

Li hember rewşa mirovî ya kirêtîk ku welatiyên Sûriyê yên koçber û penaber di nav de dijîn Rojavayê Kurdistanê (Bakurê Sûriyê) veguherî wargehek bi ewle ya koçberên Sûrî û penaberên welatên cîran.

Li herêma Cizîrê ji bo koçberên Sûrî û penaberên Iraqî 4 kamp (Roj, Newroz, Hol û Mebrûka) hatin vekirin. Di nav salê de hijmara koçberên Sûrî ku xwe spartin vê herêmê û di kampan de bicih bûn, gihişt 6 hezar î û penaberên Iraqî jî 11 hezar bûn.

Hol..hsk-kampa-hol

Kampa Holê ya li başûrê Hesekê û li ser sînorê siyasî yê di navbera Sûriye-Iraqê de, di 9’ê Adara 2016’an de, bi zêdebûna pêla penaberên Musilê ber bi Rojava re hemwext, hat vekirin. heya niha nêzî 11 hezar penaberên Iraqî li kampê bicih bûne.

Destpêkê tu rêxistinên mirovî kamp nas nedikirin û alîkarî nedidanê, lê bi zêdebûna hijmara penaberên Iraqî û xerabûna rewşa wan a mirovî, rêxistinên mîna  UNICEF, ARD, ARC, Bavkalê ortodoksên Greek, NRS, Mercy Corps, Rêxistina rizgarkirina zarokan, BAN, Mercy Iraqê û NPA alîkarî dan penaberan. Her wiha zêdeyî 50 malbat ku hijmar şêniyên wan gihiştin 300 kesî li ser malê bajarên Qamişlo, Hesekê û bajarokên Hol û Til Koçer belav bûn.

Newroz..derik-berf-li-qampa-newroz-3

Li ber kampa Holê, li herêma Cizîrê Kampa Newroz jî di Gulana 2014’an de hat vekirin. Heya 2016’an, nêzî  125 hezar kes di kampê de bicih bibûn. Di sala 2016’an de jî 50 malbatên din ji Himis û Deria yên Sûriyê xwe spartin kampê.

Roj..

Kampa Roj a ku di 9’ê Hizêrana 2014’an de hatibû vekirin jî heya vê dîrokê 460 malbatên penaberên Iraqê pêşwazî kirin.

Mebrûkasrk-350-malbat-kocberi-kampa-mebruka-bun-4

Kampa Mebrûka jî di nav sala 2016’an de hat vekirin. Vê kampê ji 28’ê Çileya 2016’an ve, zêdeyî 4 hezar koçber û penaberên ji Reqqa, Dêrazor, Heleb û Deria yên Sûriyê û Mûsil, Rebîa û Tilafer ên Iraqê pêşwazî kirin.

Efrînê di nav dorpêçê de koçber hembêz kirin

Efrîn û herêmên Şehbayê jî tevî rewşa şer û dorpêça ku di nav de ne, para xwe ji dosyaya koçberiyê girtin. Ji bo pêşwazîkirina koçberan li van herdu herêman 2 kamp (Şehba û Robar) hatin vekirin. Di nav salê de, herdu kampan jî 17 hezar koçber ji Heleb, Şehba, Reqqa û Dêrazorê pêşwazî kirin. di nav bajarê Efrîn û navçeyên wê jî zêdeyî 29 hezar koçber belav bûn.

Robar; rêgeha koçberên Helebêefrin-rewsa-kampi-bi-hatina-zivstane-23

Kampa Robar a ku di 27’ê Cotmeha 2014’an de hatibû vekirin, 2 hezar û 675 koçber pêşwazî kirin.

Ji 25’ê Gulana 2016’an ve ji ber şerê di navbera çeteyên DAIŞ`ê û çeteyên Koalîsyona Niştmanî ya Sûrî de pêla koçberiyê ya ber ve Kantona Efrînê zêde bû. piştî van pevçûnan 2 hezar û 325 koçberên din hatin kampê. Bi vê yekê re hijmara koçberên li vê kampê gihişt 5 hezar koçber î, ku piraniya van ji bajarê Helebê bûn.

Şehba ew ji terora DAIŞ’ê û hovîtiya Tirkiyê rizgar kirin

Di 14’ê Tîrmehê de û bi dijwarbûna êrîşên çeteyên DAIŞ’ê dijî herêmên Şehbayê, Desteya Karûbarên Civakî ya Efrînê li gundê Dêr Cemal ê Navçeya Şêrewa kampa Şehba vekir.  bi dagirkirina Tirkiyê ji herêmên Şehbayê re pêla koçberiya ber bi vê kampê ve zêde bû. heya beriya dîroka dagirkirina Tirkiyê zêdeyî 14 hezar û 500 koçber gihiştin vê kampê. Ji ber derfetên kampê tune bûn, beşek mezin ji van koçberan di nav malên Efrînê de hatin belavkirin.

Piştî vê dîrokê, rojane bi rêjeya navîn 100 malbat derbasî herêma Efrînê bûn. ango bi qasî 12 hezar kesî derbasî herêmê bûne. hin ji van lê bicih bûne û hin jî derbasî herêmên din ên Idlib, Ezaz û hwd bûne.

Tu rêxistinek mirovî destê alîkariyê neda van koçberan, lewra jî alîkarî bi tenê li ser Rêveberiya Xweser,  Saziyên Civaka Sivîl û şêniyên Efrînê sînordar ma.

Kobanê û Minbic jî di çaryeka dawî ya salê de bûn wargehên bi ewle yên van koçberan.

Kampa Miştenûrkampa-mistenur

Niha li kampa Miştenûr a li navenda bajarê Kobanê 79 malbatên koçber hene. Desteya Karûbarên Civakî ya Kobanê bi hevkariya Rêxistina Kobanê ya Alîkariyê, rêxistina AVC û Xêr alîkariyê didin van koçberan.

Her wiha li bajarên Girê Spî û Kobanê jî, niha 11 hezar koçber di nav herdu bajaran û gundên wan de belav bûne.

Kampa Minbic ji ber bêderfetiyê nayê vekirin

Piştî rizgarkirina Minbicê, ji ber zêdebûna pêla koçberiya ber bi bajar ve, Meclîsa Sivîl a Minbicê di 11’ê Mijdarê de hewl da li gundê Qeria yê ku 10 Km dikeve başûrê Minbicê kampekê veke. Lê ji ber kêmderfetiyê kamp nehat vekirin.

Lewra niha koçberên li vê herêmê ku ji Xifsa, Bab, Reqqa, Meskenê û Cerablusê hatine, li gundên Oscelî, Kawiklî û Seyadê bicih dibin.

Hijmara koçberên li vê herêmê ku dikaribû bê tesbîtkirin gihişt 18 hezar koçberî. Li ber wan jî bi hezaran koçber li derveyî van gundan belav dibin.

128 hezar û 125 koçber di sala 2016’an de hatin Rojava

Bi gîştî hijamra gîştî ya koçber û penaberên ku di nav sala 2016’an de berê xwe dan Rojava gihişt 128 û 125 hezar kesî. Bi vê yekê re hijmara koçberên li Rojava ji destpêka aloziya Sûriyê derket 928 hezar û 125 koçber û penaber î.

(ne)

ANHA