Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Rojava tola Sakîne hildaye’

Dîmen

MÛRADA KENDA

QAMIŞLO – Jinên bajarê Qamişlo yên ku Sakîne Cansiz nas kirine û dîtine di salvegera 5’emîn a ‘Komkujiya Parîs’ê’ de gotin, “Bi vê komkujiyê xwestin rê li pêşengîtiya jinê bigrin.”QAM-TOLA SIYKINA HAT HILDAIN LI ROJAVA (5)

Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê di komkujiyekê de ku ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatiye şehîd bûn.

Jinên Qamişloyê ku yek ji damezirênerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) nas kirine  û dîtine li ser berxwedan, tekoşîn  û kesayeta wê ji nûçegîhana me re axivîn û gotin: “Sakîne pêşenga hemû civakê ye”

Rojbîn Îbrahîm (58) di destpêka axaftina xwe de aliyên ku ev komkujî pêk anîne şermezar kir û ev tişt got “Dewleta Tirk jinên pêşeng û zana hedef girt û xwest wan bêdeng bikin.”

‘Em jê bi bandor bûn’

Sakîne Cansiz di salên 1992’iyan de dema ji girtîgehên dewleta Tirk derdikeve derbasî Rojava dibe û dibe mêvana wan.  Rojbîn bi dîtina Sakîne Cansiz pir kêfxweş bibû û got ku di nava heftiyekê de bandoreke mezin li ser malbatê kiriye.QAM-TOLA SIYKINA HAT HILDAIN LI ROJAVA (3)

Rojbîn Îbrahîm diyar kir ku gelek şoreşger li mala wan bûne mêvan û malbatê ji bo ewlehiya wan tu carî pirsa navên wan nedikir.

Dema ku Sakîne jî diçe mala wan navê wê nizanin û pirs nakin. Rojbîn da zanîn ku di sekin û giranbûna wê de wê hîs dikir ku ev yek ji revêberên PKK’ê ye.

‘Cihê xwe dadigirt’

Rojbîn Îbrahîm bal kişand ser wê yekê ku Sakîne zimanê Kurdî nizanîbû û wan jî bi zimanê Tirkî nizanîbû, lê dîsa jî ev yek nedibû pirsgirêk. Rojbîn dibêje “Zanebûna Sakîne zimanê bedena mirovan dixwend. Di sekna wê ya milîtanî û xwezayî de me hêz jê digirt. Heval Sakîne cihê xwe dadigirt û pêşenga civakê bû.”

Necah Gulo (55) di sala 1994’an de li Lubnanê, li Qamişlo û di kongreya KADEK’ê de Sakîne Cansiz dîtiye.QAM-TOLA SIYKINA HAT HILDAIN LI ROJAVA (1)

Vîn, berxwedan û fedekarî

Necah Gulo anî ziman ku ji Sakîne Cansiz ferî sekna bi îrade, berxwedana jinê û fedakariyê bûye û got: “Di zindana dewleta Tirk de agirê berxwedanê bê tirs û bi cesareteke mezin geş kir. Ev rihê berxwedan û fedakariyê di hemû jiyana wê de diyar bû.”

‘Ji bo me mînak e’

Necah Gulo di Kongreya KADEK’ê de dema ku bi Sakîne Cansiz re maye bîranîneke xwe ji me re parve kir: ”Em nû ji xew rabû bûn. Dema ez derketim derve min dît ku hevala Sakîne sporê dike. Gazî min kir û got: Hevala Necah tu çima sporê nake, carê tu jî bike. Dema ku mirov sporê dike pir sivik û bi hêz dibe. Hevala Sara her sibe bi plansazî spor dikir, rojên wê bi giştî bi plansazî û armanc derbas dibûn. Ew di hemû aliyên jiyanî de me em geş dikirin û hêz dida me. Me ew ji bo xwe kiribû mînak.”QAM-TOLA SIYKINA HAT HILDAIN LI ROJAVA (2)

‘Bi rihê Sakîne Şoreşa Rojava’

Necah Gulo di dawiya axaftina xwe de got ku komkujî bi pîlan û zanabûn hatiye kirin. Dewleta Tirk dixwest di şexsê hevala Sakîne de şoreşa Rojava û fikirê PKK’ê tune bike û wiha domand: “Kevirê hêrî esas di nava şoreşa Rojava de jin bû. Tirkiye xwest wê pêşengîtiya jinê bi şahadeta hevala Sakîne bide sekinandin. Lê şoreşa Rojava pîlanên wan pûç kir û di nava şoreşa Rojava de tola hevala Sakîne hate hildan.”

(xe)

ANHA