Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 12.01.2017

* Gelek ciwanên gundên Ceber  Şerqî û Ceber Xerbî tevlî nava refên QSDʹê bûn. (Bi WÊNE Û DÎMEN(

* Desteya Enerjiyê yek ji desteyên herî çalak ên Kantona Cizîrê ye. Desteyê di ware peydakirina sotemeniyê, elektrîkê û xetên telefonan de xebatên berbiçav dane meşandin û xebata xwe yên xizmetguzariyê di asteke bilind de didomîne. (Bi WÊNE Û DÎMEN)

* Şervanên YPGʹê yên ku ji taxên rojhilatê Helebê yên rizgarkirî beşdarî nava refên YPGʹê bûne, bang li hemû ciwanan kirin ku cihê xwe di nava vê hêzê de bigirin. (Bi WÊNE Û DÎMEN)

* Gihiştina herdu baskên Operasyona Xezeba Firatê yên Qadiriye û Eyn Îsa di pêngava duyemîn de, xwedî giringiyek mezin e. (Bi WÊNE Û DÎMEN)

* Şêniyên gundên Kerdemiye û Eyn Dîwar metirsiya xwe ji berdewamkirina kiryarên dewleta Tirk û binpkirina zeviyên wan anîn ziman û bang li hemû welatên herêmî û navnetewî kirin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku dest ji van kiryarên xwe berde. (Bi WÊNE Û DÎMEN)

* Serdanên sersaxiyê yên ji bo Endam û Kordînatorê Hêzên Asayîşê Dr. Qehreman Omerî yê ku roja 9ʹê çileyê de jiyana xwe ji dest da, li konê sersaxiyê yê ku dê li Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo were vekirin, tên pêşwazîkirin.(11.00) Bi WÊNE Û DÎMEN

* Li Kobanê jî serdanên sersaxiyê yên ji bo 12 têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di demên cuda de û li deverên cuda yên çiyayên Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, li navenda Saziya Malbatên Şehîdan tên pêşwazîkirin. (10.00) Bi WÊNE Û DÎMEN

* Partiya Komînîst a Kurdistanî navendeke xwe li Taxa Miftî ya bajarê Hesekê vedike. (02.00) Bi WÊNE Û DÎMEN

POLÎTÎKA

* Siyastmedarên Sûrî yên muxalif diyar kirin ku Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê misogeriya yekîtiya axa Sûriyê ye ne ku perçekirina wê ye. (Bi WÊNE Û DÎMEN)

* Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca ragihandina rewşa dawî ya herêmê ji welatiyan re, li navenda çand û hunerî ya bajarê Dirbêsiyê civînekê lidar dixe. (Bi WÊNE Û DÎMEN(

* Meclîsa gel a bajarê Qamişlo bi armanca ragihandina rewşa dawî û nîqaşkirina Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê bi gel re, du civînên cuda li bajarê Qamişlo lidar dixe.(14.00) Bi WÊNE Û DÎMEN

CIVAK Û JIYAN

* Midûriyeta avê ya bajarê Qamişlo du bîran li taxa Qudûrbeg amade dike û ev her du bîr di hefteya pêş de dê bikevin pratîkê. Her wiha li navendên paqijkirina avê jî bê ku tu astengî derkevin kar û xebat didome. (Bi WÊNE Û DÎMEN)

* Meclîsa lihevanînê ya herêma Girkê Legê du malbatên ereb li hev anîn. (Bi WÊNE Û DÎMEN)

* Li Kampa Şehba ya li Kantona Efrînê dibistanek tê  vekirin.(10.00) Bi WÊNE Û DÎMEN

* Hêzên Parastina Civakî yên navçeya Mabeta ya Kantona Efrînê konfransa xwe lidar

dixin. (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN

JIN

* Navenda geşkirina aborî ya girêdayî Kongreya Star xwaringeheke bi navê ʹNoşî Canʹ, bi merasîmekê li Efrînê vedike. (13.00) Bi WÊNE Û DÎMEN

ANHA