Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01.03.2017

1*Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Minbicê ji hemû pêkhateyên herêmê hatiye avakirin û li dijî êrîşan parastina bajarê xwe dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Malbatên Şehîdan ên bajarê Amûdê bi koordîneya bi Meclîsa Malbatên Şehîdan re, daran li goristana Şehîd Hogir diçînin. (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN

*Li Kantona Efrînê duyemîn dewreya perwerdeya hêzên taybet bi dawî dibe. (11.00) BI WÊNE Û DÎMEN

*Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Tirbespiyê 10 cangoriyên ku di meha adarê di demên cûda de şehîd bûne, li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugir bibîr tîne. (11.00) BI WÊNE Û DÎMEN

*Bi boneya sêyemîn salvegera ya rizgarkirina bajarê Tirbespiyê ji rêjîma Baas, Tevgera Ziman û perwerdeyê şahiyekê lidar dixe û bawernameyan li xwendekaran belav bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Şervanên YPJ′ê yên ku beşdarî Hemleya Xezeba Firatê anîne ziman ku bi beşdariya şervanên jin ên Ereb ên ku beşdarî refên QSD′ê, gelek pêşketin di civakê de hat avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Komîteya Dîplomatîk a Jinên Rojava konferansa xwe ye yekem li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê lidar dixe. (08.00)  BI WÊNE Û DÎMEN

*Bi sedan ciwanên bajarê Dêrikê ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê û daxwaza azadiya Ocalan, meşeke meşeleyan lidar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Komîteya Amadekar a Çalakiyên 8′ê adarê ya Kantona Efrînê kolanên bajarê Efrînê kû navçeyên wê paqij dike û dixemilîne. (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN

*Kongreya Star li seranserî Rojavayê Kurdistanê, çalakiyên 8′ê adarê didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Koçberên herêma Babê zulm û êşa ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dîtin, anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

*Di bin dirûşmeya ″Çand û hunera jinê misogeriya neteweya demokratîk e″ de, duyemîn mihrîcana çand û hunera jinê ya li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, tê lidarxistin. (13.30) BI WÊNE Û DÎMEN

ANHA