Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.12.2017

– Yekîtiya Lîstokên Tekakesî ya kantona Efrînê matça dawî ya lîga Ş. Berfîn di bîranîna wê ya çaremîn de li stada dibistana Kulîlkên Efrînê li dar dixe. Saet 14:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Endamên Meclîsên Herêmî yên kantona Efrînê ku di van hilbijartinên dawî de bi ser ketine bi siwareyan li kantonê digerin û şahiyên serkeftina hilbijartinan li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Parêzer û hiqûqnasên navçeya Girkê Legê gotin ku berdewama tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti bingeheke wê ya qanûnî û hiqûqî di cîhanê de tune ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya paqijkirina bermahiyan ku beriya nêzî mehekê li sê deveran dest pê kiriye, li ber dawîbûnê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Komîteya Şaredariya Gel a kantona Şehba ya herêma Efrînê  riya sereke ya di navbera herdu kantonên Şehba û Efrînê de qîr dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hejmara xwendekarên dibistana El-Wihdê ya bajarê Reqayê du qatî bû û pêdiviyên dibistan û meteryalên perwerdehiyê kêm in, nemaze hin ziyanên ku bi dibistanê bûne nehatine sererastkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

– Endamê Desteya Rêveber a Koalîsyona Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Elî Betal da zanîn ku serkeftinên li Bakurê Sûriyê hemû pîlanên dewleta Tirk vala derxist û da zanîn ku wê piştî Idlibê qonaxeke nû destpê bike û hemû hêz wê hesabên xwe ji nû ve dîzan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

– Komîteya Avakirina Meclîsan a Meclîsa Sivîl a Reqayê amadekariya avakirina meclîsa taxa El-Rimêla ya bajarê Reqayê dike. Her wiha dê Mala Gel li taxê ve bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Cotkarên gundewarê Reqayê rastî gelek pirsgirêkan tên û di encamê de rewşa çandiniyê paşve diçe, her wiha berhema çandiniya wan lêçûnên çandiniyê dernaxîne. Cotkaran bang li aliyên têkldar kirin ku rewşa çandiniyê li herêmê binirxînin û çandiniyê ji nû ve vejînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Li kantona Efrînê çandiniya genim piştî zeytûnan di rêjeya duyemîn de ye û jêdereke sereke ya debara gelek malbatên kantonê ye. Cotkarên kantonê piştî ku tova genim û semad ji Komîteya Çandiniyê wergirtin, dest bi çandiniya zeviyên xwe kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bazara Eyn Îsa ev bêtirî 30 sal in hatiye avakirin û piştî 6 salên koçberiyê niha meqseda bi sedan welatiyên gundên derdora Eyn Îsa ye û pêdiviyên xwe jê werdigirin. Di vê bazarê de dukanên cûda hene û tevgera bazarê ya niha di asta herî jor de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi tena xwe malbata xwe xwedî dikir û 4 birayên wî astengdar bûn. Di encama hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê de di piyê xwe de astengdar bû û ew jî bû pêncemîn malbata xwe. Niha li benda aliyekî ne ku alîkariya wan bike û wan ji rewşa trajedîk rizgar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA