Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.03.2017

*Şopandina Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqqayê û rojhilatê Dêrezorê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şervanên QSD′ê dane zanîn ku ew ê li her derê şerê terorê bikin û anîne ziman ku ew e ku aştiyê li tevahî Sûriyê belav bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Saziya Malbatên Şehîdan û SYPG, şehîd Avaşîn (Îvane Hoffmann) li qada şehîdên Entirnesyonelîst a bajarê Qamişlo di duyemîn salvegera wê de, bibîr anîn.

POLÎTÎKA

*Nûnerê Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD)`ê li Ewropa Zuhat Kobanê, destnîşan kir ku Erdogan Sûriye veguherandina qadeke berjewendiyên xwe ye û bi dagirkirina herêmê re dixwaze tiştên ku çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra pêk neanî, pêk bîne. Di vê oxirê de jî Tirkê dê bibe Sûriya duyemîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Hevseroka Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif Roja Cîhanî ya Jinê pîroz kir û got: ″ Bi hebûna jinê, her roj cejn û jiyane .″ (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê û Seroka Yekîtiya Jinên Suryanî Nezîre Gewriye da zanîn ku çirûska 8′ê adarê berhema têkoşîna jinê ya di dîrokê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şervanên Eniya Parastana Jinên Şahbayê dane zanîn ku dê jinên Şahbayê di 8′ê adarê de gavên dîrokî bavêjin, her wiha anîne ziman ku armanca wan afirandina jiyaneke nû û rizgarkirina jinan ji desthilatdarî û koletiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Li gundê Kepez ê bajarê Dirbêsiyê bi boneya gundê Roja Cîhanî ya Jinê, şahiyeke navendî tê lidarxistin. Bi heman boneyê li Kantona Efrînê û Helebê jî, şahî têne lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Yekîtiya jina Azad a herêmên Şahbayê, bi meşekê, roja 8′ê adarê pîroz dikin. (11.00) BI WÊNE Û DÎMEN

ANHA