Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN  A 12. 01. 2018

– Pêşketinên dawî yên hemleya Bagera Cizîrê ya li gundewarê Dêrazorê dê bête şopandin.

– Dewreyeke welatiyên bajarê Dêrazorê ku bi dildarî beşdarî erka xweparastinê bûne dê bi merasîmekê were bidawîkirin. Saet 08:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Komîteya girêdayî Kongra Star a bajarê Qamişlo dewreyeke fikrî ya bi navê Şehîd Viyan Soran ku ji hevserokên jin ên komînan re hatiye lidarxistin bi merasîmekê bi dawî dike. Saet 08:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Meclîsa Kantona Qamişlo civîna xwe ya giştî li salona Zana ya li taxa Kornîş li dar dixe. Saet 09:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Welatiyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel Yilmaz Kobanê ku li bajarê Minbicê di encama teqîna siwareyeke bombekirî di 10’ê Çileyê de şehîd bibû mer merasîmekê oxir dikin. Saet 13:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Meclîsa navçeya Şera ya kantona Efrînê civîna xwe li bajaroka Qitmê lidar dixe û hevserokên Meclîs û Şaredariyê hildibijêrin. Saet 13:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Navenda Çand û Hunerê ya kantona Efrînê “konsertekê” ji bo vejandina stranên folklorîk bi beşdarbûna hejmareke dengbêjan li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Li gundewarê başûrê Idlibê û bi taybet li derdora balefirxaneya Ebû Zihûr şer û pevçûnên giran di navbera hêzên rêjîma Sûriyeyê û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigire de rû didin. Gelo girîngiya stratejîk a balefirxaneyê çi ye? (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Berdevkê fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê  Şervan Derwîş destnîşan kir ku aramiya li Minbicê rêjîma Baasê û Tirkiyeyê tengezar dike û ji ber vê yekê hewl didin tevliheviyan di bajêr de derbixînin û çeteyên li ser xeta çemê Sacûr gefên êrîşan dixwin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Şêxê Eşîra El-Cewalê Feysel Reşîd El-Hemîd a navçeya Tirbespiyê got ku dewleta Tirk a dagirker bi tecrîda li ser Rêbnerê Gelê Kurd Abdullah ocalan hemû pîvanên mirovahî û exlaqî binpê dike û bang li rêxistinên mirovahiyê kir ku destwerdana xwe bikin û tecrîda li ser Rêber Ocalan bişkînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Hejmareke ciwanên bajarê Dêrazorê ku beşdarî nava Hêzên Sûriya Demokratîk bûne diyar kirin ku armanca wan rizgarkirina herêmê ji qirêjiya çeteyan e û êdî dem hatiye tola xwe ji çeteyên DAIŞ’ê hilînin û bang li hemû ciwanan kirin ku beşdarî nava xebatên QSD’ê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Komîteya çavdêrî û şopandina meclîsan yek ji komîteyên girîng ên Minbicê ye û girêdayî Meclîsa Zagonsaz e û hemû giliyên welatiyan di ber çavan re digire û çareser dike da ku lawaztî nekeve kar û xebatên xizmetguariyan ên van meclîs û komînan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

– Salih Muslim got ku şerê li Sûriyeyê tenê li hin deveran hatiye sînordarkirin û yek ji van deveran Idlibê ye û destnîşan kir ku destwerdana Tirkiyeyê di Idlibê de dê dawiyê li Tirkiyeyê bîne û gefxwarinên Erdogan ên êrîşên li dijî Efrînê “lîstina bi agir e. Her wiha got ku destwerdanên di karûbarên dewletan de ti sûdê li Îranê nake û divê guhertin ji hundir dest pê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

– Li salona Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê yekemîn konferana “Jinolojiya” tê lidarxistin. Saet 09:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

PORTRA

– Ji zaroktiya xwe ve têkoşer û fedekar bû. Ji bo pêşxistina rewşa malbatê ya aborî dixebitî û di dawiyê de beşdarî nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû û ji bo azadiya gelê xwe têkoşîna xwe berdewam kir û gihîşt asta şehadetê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA