Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN  A 13. 01. 2018

– Pêşketinên dawî yên hemleya Bagera Cizîrê ya li gundewarê Dêrazorê dê were şopandin.

– Civîna nirxandina xebatên salanê ya Desteya Dada Civakî ya Kantona Kobanê dê li avahiya Komîteya  Lihevanînê were lidarxistin. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Yekîtiya Ciwanên Rojava li bajarê Kobanê di çarçoveya hemleya “Serî Hilde” de konê çalakiyê vedide. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Endamên Meclîsa navçeya Fafîn a kantona Şehbayê piştî hilbijartina hevserokên meclîs û şareedariyê ji bo avakirina komîteyên meclîsê dê civîneke li dar bixin. Bi heman aramancê jî du civînên cuda li navçeyên Bilbilê û Mabata dê werin lidarxistin. Saet 13:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Rêxistina Kongreya Star li navçeyên Mabata û Şêrawa di çarçoveya çalakiyên ji bo şeremzarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê belavokan balav bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Şêniyên bajarê Qamişlo dê cenazayên du şervanên Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne li goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir bikin. Saet 14:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Şêniyên navçeya Tirbespiyê û gundên wê dê cenazeyê şervanê YPG‘ê Umer Tirbespiyê yê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, li goristana Şehîd Dilşêr oxir bikin. Saet 14:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

– TEV-DEM‘ê ya bajarê Qamişlo hemleya belavkirina belavokên girêdayî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê bike. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Girê Spî gefxwarinên Serokê Tirkiyê yên li ser Efrîn û Minbicê  şermezar kirin û gotin ku Efrîn ne bi tenê ye, Girê Spî li pişta wê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Herêma Cizîrê berhemên xwe yên ceyarnê ji 3 cavkaniyên sereke (Pumpên xazê yê stasyona Siwêdiya û bedavan) her wiha cenatorên enerjiya yên herêma Cizîrê digire. (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Hevseroka Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk (QSD) Buroya Helebê Fehîma Hemo diyar kir ku siyastên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi girêdana gel bi fikirê wî ve bi ser nektinin û banga serhildanan li gelên Rojhilata Navîn kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Dermanxaneya Navendî ya bajarê Minbicê her cûreyên dermanan pêşkêş dike û rê li ber keysebaziyê û bilindbûna buhayê dermanan digire, ji ber vê yekê ji aliyê welatiyan ve hatiye pêşwazîkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

Ji ber aloziyên ku li herêmê tên jiyankirin Rojava (Bakurê Sûriyeyê) veguherî spartgeha herî aram ji welatiyên Sûriyeyê û dewletên cîran re. Rêveberiya Xweser û saziyên girêdayî wê tevî rewşa ambargoyê ku li ser Bakurê Sûriyeyê hatiye ferzkirin li gorî derfetên xwe alîkariya koçberan kir, lê ji ber paşguhkirina rêxistinên mirovahî û alîkariyan ji van kampên koçberan re ev alîkarî kêm ma. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PANRAMA

– Dijwariya şerê li parêzgeha Idlibê û metirsiya Tirkiyê li ser têkçûyîna pîlanên xwe di Sûriyeyê. Her wiha hemleyên girtina çalakvanan ji aliyê desthilatdariya Îranê ve û xwepêşandanên li Tûnis û rewşa Sûdan mijarên sereke yên ku di weşananên ereban yên hefteya derbasbûyê de cih girtin bûn. (BI WÊNE)

POLÎTÎKA

– Fermandarê Giştî yê herêma Başûr a bajarê Dêrazor Polat Can anî ziman ku hemû rûspiyên bajarê Dêrazor pêşwaziya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk kirin û bang li ciwanên herêmê kirin dikin ku beşdarî vê hêzê bibin. Potal Can got “Çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyeke demokratîk di destê me de ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Dewletên li Astana hatin cem hev û xwe wek garantorê kombûna Soçî pênase dikirin, îro li başûrê Idlibê ketine nava şerekî dijwar. Dewleta Tirk ku yek mebesta wê ew e ku dixwaze li Sûriyê çareseriyek çênebe, ji Rûsya û Îran re got ku xwedî li biryarê xwe derkevin. Di heman demê de Rûsya jî ragîhand ku êrîşa li ser navenda wan ya li Tartûs ji cihên dibin kontrola dewleta Tirk de pêkhatiye. Her dû alî jî hevdû tewambar kirin. Ev daxuyaniyên hatin dayîn rastiya şanoya ev demekî bi ser navê Astana û herî dawî jî bi ser navê Soçî tê kirin, raxist berçavan.

ÇAND Û HUNER

– Di 5 saliya xwe de dest bi wênesaziyê kir, di tabloyên xwe de aştî û edaletî dibîne û bi resmên xwe trajîdyaya gelê Sûriyeyê vedibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA