Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.02.2017

*Şêniyên bajarê Hesekê dane zanîn ku 15′ê sibatê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn rojeke reşe, her wiha anîne ziman ku ew ê ji bi azadiya Ocalan û avakirina civakeke azad û demokratîk, têkoşîna xwe bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Artêşa Tirk a dagirker di salekê de 37 welatiyên Kantonê  Efrînê kuştin, 33 jî birîndar kirin. Her wiha rûbereke mezin ji erdên Kantonê dagir kir û darên şêniyan birîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên bajarê Amûdê dane zanîn ku komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan, komploya li dijî mirovahiyê ye. Her wiha diyar kirin ku gelê herêmê xwe bi fikirê Ocalan bi çek kir û komplo pûç kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Dê li 6 bajarên Kantona Cizîrê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan, biherikin qadan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser li bajarê Efrînê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan, dest bi çalakiya gireva birçîbûnê dike. (09.00) BI WÊNE Û DÎMEN

ÇAND Û HUNER

*Endamên koma Muzîkê ya Şehîd Baran di perwedeya peymangeha Şehîd Çiya de hev nas kirin, koma şehîd Baran ava kirin û bi hunerên xwe folklore kurdî belav dikin û li ser şoreşa Rojava û cangoriyên azadiyê, stran dihûnin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

*YCR′ê bi armanca şermezarkirina tercîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kantonên Efrîn û Kobanê meşên azadiyê lidar dixin. (09.00) BI WÊNE Û DÎMEN

ANHA