Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.03.2017

*Şopandina pêngava sêyem a Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajarê Reqqayê û gundewarên rojhilat ên bajarê Dêrezorê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Artêşa Tirk a dagirker 700 metre ji erdên navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê dagir kir, şivanek hedef girt û 7 pez kuştin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên gundê Cezera navê çerxerêya ku çeteyên DAIŞ′ê welatî lê ceza dikirin, veguherandin çerxerêya mirinê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên taxên rûxiyayî ji cih û warên bar kirin, tenê bîranîn li dû xwe hiştin. (BI WÊNE)

*Şêniyên bajarê Hesekê ji bo piştgiriya şêniyên Şengalê û şermezarkirina êrîşên çeteyên PDK′ê, berê xwe didin Şengalê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Saziyên Civaka Sivîl ên Kantona Kobanê ji bo diyarkirina rojên çalakiyên Newrozê, bi Endamên Saziyan re dicivin. (09.00) BI WÊNE Û DÎMEN

*Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê li malbatên şehîdan re dicive, da Komîteyeke Rêvebirina Kar û Barên malbatên şehîdan ên gundê Şêranê, ava bike. (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN

*Şêniyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanekî YPG′ê li goristana Şehîd Seydo, oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

*Şêniyên bajarê Girê Spî îsal yekem care cejna Newrozê pîroz dikin. Di vê çarçoveyê de, komên hunerî yên Navenda Çand û Hunerê ya bajêr, amadekariyê xwe dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Serokê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî diyar kir ku armanca êrîşên dijî Şengal û Minbicê ferzkirina ambargoyê dijî Rojava ye û got: “Ne şerê birakujiyê ye. Kurdwariya van hêzan derewek e. Ev ne bi fermana ENKS’ê û hikumeta Başûr, bi fermana PDK/AKP’ê êrîş dikin”. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Jinên ketîbeya Şehîd Gulê Selmo ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, Şehîd Gulê Selmo bi bîr tînin. (13.00) BI WÊNE Û DÎMEN

DOSYA

*Dema mirov li paşperdeya komên çete yên êrîşî Şengalê kirine binêre, dê ferq bike ku hemû ji aliyê MÎT`a tirkî û PDK`ê ve tên birêve birin. Dîsa gelek çeteyên wek  Zîab El-Remediye yên girêdayî MHP`ê jî hene. Lê tenê navê Pêşmergeyên Rojava derket pêş, ev yek jî bi armanca belavkirina fitne û fesadiyê di navbera gelê Rojava de.

ANHA