Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.08.2017

*Şopandina Hemleya Rizgarkirina Reqa û liv û tevgera artêşa Tirk a dagirker li ser sînorên Kantona Efrîn û Şehbayê.

*Şêniyên Herêma Serêkaniyê û Dirbêsiyê yên Kantona Hesekê yên Herêma Cizîrê, li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî, sê cangoriyên azadiyê oxir, dikin.  Li Goristana Şehîd Xebat Dêrik a Herêma Dêrikê jî, sê şehîdên Reqayê têne oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Meşa Yekîtiya Ciwanên Rojava li Herêma Efrînê di  roja çaremîn de dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Rêveberiya nexweşxaneya leşkerî ya Tebqayê piştî ku zarokekî birîndar derman kir, radestî malbata wî kir. (BI WÊNE)

*Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced da zanîn ku bi moralên  bilind ên şervanan û şerên ku 73`yê rojan dewam kir, Minbic hate rizgarkirin. Ebû Emced tekez kir ku hejmara şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê piştî rizgarkirina Minbicê, zêde bûne û niha di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de, cihê xwe girtine. (BI WÊNE)

* Herêma Cizîrê ji du kantonan û 6 herêmên sereke pêk tê. (INFOGRAFÎK)

* Di sê mehan de, 200 hezar welatiyên bajar û gundewarên Tebqayê vegeriyan warên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Gelê Rojavayê Kurdistanê gelek madeyan di havînê de depo dikin û yek jê Şiêrê ye ku veguheriye çandekî herêmî. (BI WÊNE)

HEVDÎTIN

* Siyasetmedar Fîras Qesas da zanîn ku xwesteka wan a jinûve sazkirina desteya gotbêjê, ew e ku şansekî mezitir ê serkeftinê qezenc bikin û diyar kir ku gotobêjên bê nunerên Federaliya Bakurê Sûriyeyê biser nakeve. (BI WÊNE)

ANHA