Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.10.2017

*Şopandina hemleya rizgarkirina Reqayê û Pêngava Bagera Cizîrê. Her wiha şopandina tevgera artêşa Tirk a dagirker a li ser sînorê Kantona Efrînê û herêmên Şahbayê.

*Hêzên Erka Xweparastinê ya Kantona Efrînê dewreyeke perwerdeyê ya 11’emîn bi dawî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Yekîtiya Rewşenbîrên Hesekê şevbuhêrkeke helbestan li dar dixe. Seat 19.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê mihrîcana zarokan li ser asta herêma Firatê dest pê dike. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Tîmên fotbolê yên Kobanê û Eyn Îsa maça dawî li hember hev dilîzin. Saet 15.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Mirûriyeta Çandiniyê ya Kantona Kobanê tovên çandiniyê û mazotê ji cotkaran re peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Nûnerên Federaliya Demokratîk û Rêveberiya Xweser ên Kantonên Kobanê û Girê spî û Komîseriya Bilind a Hilbijartinan sînorên bajarok û navçeyên herêma Firatê diyar dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Girtiyên ku ji zîndanên DAIŞ’ê reviyane niha di rizgarkirina bajarê xwe de têdikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Heyva Sor a Kurdî, daxwaza pêdivî û alavên pêşketî yên tenduristiyê dike da ku karibe nexweşiyên demdirêj îlac bike. Buroya Tenduristiyê ya Meclîsa Sivîl a Tebqayê jî bi serjimariyekê diyar kir ku 200 rewşên penceşêrê û bi qasî wan nexweşiyên Telasîmiya û bêtirî 100 rewşên kulbûn gulçikan û gelek rewşên nexweşiyên şekir û Laşmaniya hene. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Jineke ji bajarê Reqayê tevî hevjînê xwe û 9 zarokên xwe bi selametî gihîştin herêmên bi ewle û ji kêfxweşiyê bi dengekî bilind berxwedana YPG/YPJ’ê silav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Meclîsa Sivîl a Reqayê amadekariya jinûve avakirina bajarê Reqayê piştî rizgarkirinê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Kargehên sererastkirina navendên belavkirina kehrebeyê, li rex xebatên sererastkirina bendava Feratê xebatên xwe bi rêk û pêk didin meşandin, da ku kehrebeyê ji bajarê Tebqayê û gundewarê wê re vegerînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

  CIVAK Û JIYAN

*Komîteya Zimhêrê ya girêdayî Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa buhayên madeyan kontrol dike û tevgera kirîn û firotinê dişopîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Malbatên ji Idlibê yên li Kantona Şahbayê komîna xwe ava kirin, da xwe birêxistin bikin û nifşekî azad û demokratîk ava bikin.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

*5 zarokên ku yê herî mezin 5 salî ye, weke gelek zarokên din ji dayîk û bavê xwe sêwî mane. Sûcê wan tenê ew e ku di serdemek reş a dîrokê de ji dayîk bûne, ew jî serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Akademiya Şehîd Ismaîl Ebû Hisên a perwerdeya bîrdozî ya bajarê Minbicê bi riya dewreyên perwerdeyê hewl dide fikira neteweya demokratîk di nava civaka Minbicê de bide rûniştandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA